CîhanRojev

Cîgirê serokwezîr û wezîrê derve yê Yunan civiyan

Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Nikos Dendias di hevdîtina bi Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re li Delfiyê got, “Derfeteke dîrokî ji bo hinardekirina gaza Herêma Kurdistanê bo Ewropayê heye”.

Şanda Herêma Kurdistanê ya ku Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî serpereştiya wê dike, di dawî roja Foruma Aboriyê ya Delfiyê de serdana Yunanistanê kir û bi bi Wezîrê Derve yê Yûnanîstanê Nikos Dendias re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, di hevdîtinê de mijara enerjiyê û pêgeha Herêma Kurdistanê di warê çavkaniyên petrol û gaza xwezayî de hat gotûbêjkirin.

Nikos Dendias got: “Herêma Kurdistan ji bo hinartina petrol û gazê bo Ewropayê li ber derfeteke dîrokî ye.”

Talebanî biryara Dadgeha Bilind a Iraqê ya 15ê Sibatê derbarê qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de nirxand û got, “Ji aliyê dîrokî ve derfeteke dîrokî ji bo Herêma Kurdistanê heye, lê mijara hinardekirina petrol û gazê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de cihê nakokiyê ye. Lewma beriya her tiştî divê pirsgirêkên yasayî yên di navbera her du hikûmetan de bên çareserkirin.”

Di civînê de herwiha behsa handana kompaniyên Yûnanî bo sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê hat kirin.

Talebanî tekez li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bibe alîkarê kompaniyên Yûnanî yên ku dixwazin di warê pîşesazî, çandinî û geştiyariyê de sermayesaziyê bikin.

Talebanî û Dendias li ser pêkanîna geştên asmanî yên rasterast di navbera Herêma Kurdistanê û Yunanistanê de hevnêrîn bûn.

Dendias diyar kir ku bi vê mebestê ew ê di demeke herî nêz de bi şîrketên balafiran ên li Yûnanîstanê re hevdîtinê pêk bîne.

Di hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin. Aliyan amaje bi wê yekê jî kirin ku paşxistina vê mijarê ne tenê bandor li proseya siyasî ya Iraqê dike, belkî bandor li ser aramiya welat jî dike.

Şandeya Herêma Kurdistanê di Foruma Aboriyê ya Delfiyê de bi çendîn rêveber û serokan re hevdîtin kir.

Li bajarê qedîm Delfî ya Yunanistanê roja Çarşema borî, di çarçoveya Foruma Aboriyê ya Delfiyê de gelek civîn û hevdîtin hatin kirin.

Di foruma ku tevî îsal 7mîn car e tê encamdan de ji çendîn welatan kesayetên siyasî civînên çandî û aborî li dar xistin.

Herêma Kurdistanê îsal yekemîn car e bi serpereştiya Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî beşdarî Foruma Aboriyê ya Delfiyê li Yunanistanê bû.

Foruma Aborî ya Delphi rêxistinek serbixwe, ne-qezenc û bi karakterê navneteweyî ye, ku her sal navên bi prestîj ên aborî, siyasî û akademî li hev dicivin, ku mebesta wê ew e ku çarçoveyek rasteqîn a armanc û çalakiyan pêşkêş bike, û li siyasetan bigere ji bo çareserkirina pirsgirêkên cîhanî.

Fotum armanc dike ku çareseriyên maqûl ji pirsgirêkên tevlihev ên li Ewropaya Başûr-rojhilatê û Rojhilata Deryaya Spî re peyda bike, û hem jî ji bo mezinbûna domdar û reqabetê ya ji bo Ewropa û devera berfireh, ramanên nûjen bike.

Back to top button