Nivîsar

Çi li Estane heye!

CANKURD[email protected]    Wekî me ji medya ya Erebî bihîstiye, hemî endamên ku nûneriya hembervaniya Sûrî bikin, gihane bajêrê Estane, li Kazaxistanê, û di pêşengiya wan de, Mohemmed Elluş, serokê Ceyşulîslam heye, li gel wan jî 10 kesên zagonnas cîh digirin, û ji aliyê deselata Esed ve, Beşar Elcee‘ferî, ku nûnerê Sûriya ye di UNO de, û hinek diplomat û zabitên leşkeriya Sûrî nûnertiyê dikin.Ji Rûsiya, Türkiye, Iran jî berpirsên navbilind hene, û ji aliyê USA ve jî, wê balyozê wan li Kazaxistanê amade bibe, û bi ser ve jî, li wir, wê Stafan De Mistora, nûnertiya UNO bike û ew berpirse ji ber li hevhatina herdu nûneriyên Sûrîye di kongirê de.Cara yekê, ku li paytextê welatekî dûr ji bûyerên herêma Rojhilata Navîn ve, kongireyeke wilo giring di dûroka herêmê de tê li darxistin. Berê ji bo Filistîn û Israîlê li Swêd jî kongire wilo hatin li darxistin, lê niha gelek aliyên, ku bi hêzên xwe yên leşkerî ketine nav gola xwînî ya Sûrî tên ba hev: Iran, Türkiye, Rûsiya, Amerîka û Brîtaniya… Eve jî mijara guhartina sazmana Beşar Esed piçekî tev li hev dike, û dîmenekî nêvneteweyî dide kêşeya Sûrî.Di serî de, berî niha bi mehekê, hate gotin, ku li Estane wê tenha li ser rawestandina cengê bite axiftin û biryarkirin. Pişt re, wê li Gênf (Li Swîsra) rêveçûna ber bi aştiyê ve  pêş ve biçe. Lê heta çi radeyê ev bizav wê bi ser keve, ev ne diyar e, ji ber ku bombebarankirina gelek cîgehan li Sûriyê, ji aliyê Urisan, Iraniyan û ji aliyê Hizbullah û hêzên Esed ve, heta niha, rojekê berî destpêkirina kongirê nehatiye rawestandin. Di nav hembervaniya çekdar a Sûrî de jî pevçûnên rojane pêda dibin, bi teybet di navbera Leşkerê Azad ê Sûrî û hevalbendên herdu hêzê têrorî: DAISH û Bereya Vekirina Şamê, ku navê wê berê Cebhetul-Nusre bû. Hizbullah û leşkerê Esed şerê xwe li ser navçeya geliyê Bereda tew rojekê jî sist nekirin. Wan kaniya Elfîce, ku ya serekîn e bo avdana paytextê Sûriyê (Dîmeşq) wêran kirin û niha rewşeke nebaş li wir heye.Van hêriş ên tund û dijwar, zoreke mezin tînin ser kongireya Estane. Eve jî li ser zimanên hembervanan, çi leşkerî û çi sîvîl herroj tê gotin û riswakirin. Bo Rûsiya jî wekî jarbûn û kêmaniyekê tê jimartin.Türk dibêjin ku Amerîka piştvaniya Kurd dike li bakurê Sûriyê dike, eve jî divê li kongireya Estane bite zelalkirin û rawestandin. Iran tew naxwaze, ku nûnerê USA amade bibe, Rûsiya dixwaze xwe wekî dewleteke aştîxwaz û kiryar di warê aştiyê de bide diyarkirin, tevî ku bêtir ji 50.000 hêrişên asîmanî li ser Sûriye kirin û piraniya wan hêrişan li ser Leşkerê Azad ê Sûrî bûn, ne li ser DAISH û Nusre bûn. Lavrov bi xwe got: Eger ne ji me ba, hembervaniya Esed di 2 hefteyan de dikete nav Şamë. Iran û Hizbaullah jî wilo dibêjin. Niha evana hatîne bazarê bi hembervaniya Sûrî re bikin.Hembervaniya Sûrî dibêje ku Uris dixwazin xwe wekî dewleteke bê alî bidin diyarkirin, hem Iran û Esed naxwazin kongire bi ser keve. Di vê gotinê de tozek rastî heye, lê heta kijan radeyê Rûsiya dikane Iranê binzor bike, bo rawestandina şer, eve hîn ne diyar e.Ji Aliyekî dî ve, evana PYD ji xwe re wekî dost didin xuyakirin, lê di bin zora Türkiye de PYD nehate vexwendin. Eve jî lêdaneke mezin bû ji vê partiyê re, ku ku xwe xistibû bin basikên Iran û deselata Esed, bê xilat ji dewatê derket. ENKS a me jî, ku wekî lawikekî jar di nav Iîtîlafa hên serhildêrên Sûrî de dixuye û di nav nûneriya hembervaniyê de diçe Estane, li wir wekî kewekî bê per tê dîtin, ji ber ku hemî aliyên ku li wir amade dibin xudan hêzên leşkerî ne, tenha ENKS ne.Ev şorbeya ku bi destê Urisan tê kelandin, bi armanca diyarkirina xwe wekî Superhêzeke nêvneteweyî û aştîxwaz, binzor dibe, ku hinek axazên Türkiye û Iran û Amerîka bi cîh bîne, eve jî bizava aştiyê li Sûriyê bi şûn ve dixîne, û gava kongire bi ser nekeve, wê gumguma top û balafiran demeke dirêjtir ji Sûriye bê, û wê Kurdên me jî li wir di navbera Qendîl û Suleymanî û Erbîlê de pir caran herin û werin û hevdu gelek tawanbar bikin.22/01/2017

Back to top button