Nivîsar

CHP hewldide dengên HDPê destve bîne ,lê AK PArtî di devê rêde ye!

Cîgirê serokê CHPê Oguz Kagan Salici serdana bajarê Mêrdînê kir û li gel şeredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk hevdîtinek pêkanî. Piştî hevdîtinê Turk daxûyaniyek da û got; dixweyê dê CHP serbikeve û bibe desthilat,lê ya girîng dê piştî wê çi bê kirin.

CHP ji bo dengê HDPê aliyê xwe ve bîne gelek hewldana dike. Herweha hevdîtina li gel Ahmet Turk jî di vê çerçoveyê de hatiye kirin. Lê Ahmet Turk tenê hinek peyama dide. Ji ber ku CHP jî baş dizane ku, xwediyê biryara dengên HDPê ne Turk e û ne HDP bi xweye jî. Tişta CHP dike hewldide peyamna bi rêya Turk bighîne cihê biryarê. Ew jî Qendil e. Yanî rêveberiya PKKê ye.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê siyasetek nehînî,qirêj û veşartî tê kirin, ewên kaşo behsa demokrasiyê dikin bi xwe gelek li dij prensîbên demokrasiyê tevdigerin û tenê ji bo çend denga destve bînin her tiştekî dikin û ji bo vê jî hemû rêyan mûbah dibînin.

Gerek CHP baş bizanebe ku, ne Selahattîn Demirtaş û ne jî Ahmet Turk nikarin bibin dermanê birîna wan. Ya dixweyê Ak Partî û Erdogan heta wek vê gavê ji wan mezintir dileyze. AK Parti berê xwe daye Îmralî û hewldide li gel Ocalan projeyekî çêbikin ku ji bo cardin AK Partî di hilbijartinan de bibe desthilat.

Gelek vekirî CHP li ser Demirtaş û kesayetên di nava HDPê de wek Turk dileyzê, da ku dengê xwe bighine Qendîl. Qendî ji bo hinek sedemên taybet gelek bi germî CHPê dinêre û tişta dixweyê ji Erdogan behtir nêzikî Kiliçdaroglun e. Lê li vê derê Îmralî û Qendil, Demirtaş û Ocalan babetê bazara AK Partiyê û CHPê ne. Di aliyê AK Partiyê de di pirsa projeya li gel Îmralî faktora Bahçelî heye. Lê di aliyê CHPê de jî faktota IYI Partiyê heye.

Cardin partiyên Tirkiye di kesayeta HDPê de li ser Kurda dileyzin. HDP bi xwe li gel rêveberiya xwe, ne xwediyê biryara xwe ye. Di vê derbarê de şerê biryarê navbera Qendil û Îmralî de ye.

23.6.2022

Nêrîn Şirove

Back to top button