Polîtîk

Cemîl Bayik xencerê li yekîtiya kurdan dixe

 

Yekemîn çalakiya Cemîl Bayik (Cuma), piştî ku meha derbasbûyî xwe kire hevserokê Koma Civakên Kurdistan KCKê, ew e ku yekîtiya kurdan û Kongreya Neteweyî xera bike. Dîroka Cemîl Bayik ya hebûwna têkiliyên wî yên biguman û hestnekirinê bi realîteya Kurdistanê, ne ev tenê, lê xerakirina rêzên partiya xwe jî; bi kuştina gerîllayên bêguneh li çiyan û rola wî ewqas rona û berçav e ku yek wek wî ti carî nikare qala tekoşînê û mirovatiyê û harîkariya neteweyî bike.

Tometên bêbingehên Cemîl Bayik li hember PDKê ku qaşo sînûr girtiye, bi vî awayî û di vê demê de hin manayan dide:

1- Cemîl Bayik dizane bê ku sengeke çiqas mezin ya PDKê ya neteweyî û navneteweyî heye, loma jî dixwaze bi çêkirina van tometan, PDKê meşxûlî nakokiyeke navxweyî bike, weha jî dixwaze guhdariya xwe ji axayên xwe re nîşan bide.

2 – Dixwaze wek ku hin aliyên derve dixwazin, lidarxistin û serkeftina Kongreya Neteweyî ya Kurd xera bikin, bi vî awayî jî li dijî îradeya hemû gelê Kurdistanê derdikeve.

3- Cemîl Bayik bi vê fukoskirina xwe ya li ser PDKê, dixwaze careke din cidahî û guhnedana xwe ji bo Ocalan ê rêberê PKKê nîşan bide. Ocalan ê ku di peyama xwe ya ji bo civîna amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd de gotibû: Berê di salên heştiyan de wî ev kar bi Idirîs Barzanî re kiribû û divê serbikeve.

4- Dixwaze Tirkiye li dijî Rojavayê Kurdistanê han bide, bi vî awayî jî rê li ber serkeftina tekoşîna Rojavayê Kurdistanê bigire.

Çênabe ku wek berê Cemîl Bayik û hevbîrên wî Rojavayê Kurdistanê qurbanî dîtin û fikirîna xwe ya seqet bikin. Em li vir jê re dibêjin: Bisekine, ji ber ku ev ne pirseke navxweyî ya partiya te ye, têkiliya vê pirsê bi hemû neteweya kurd re heye!.

 

Cemîl Bayik û xerakirina peymana Hewlêrê..

Piştî destpêkirina şoreşa gelên Sûrya, Cemîl Bayik dosyaya Rojavayê Kurdistanê xiste destê xwe, ji wê demê de jî hejmareke mezin ya gerîllayan bi alîkariya rejîma Sûrya şandin deverên Rojavayê Kurdistanê û eşkere bi rejîma Sûryê re harîkarî kir, weha jî îmajek xerab ê kurdan li cem beşeke mezin ya xelkê Sûrya û opozisyona Sûrya çêkir. Di demekê de siyaseta kurdan ew bû ku alîkariya eniya rejîma Sûrya û opozisyona Sûrya neke, heta ku bi awakî nivîskî mafên neteweyî û nîştimanî yên kurdan li Rojava qebûl dikin, lê xwegirêdana Cemîl Bayik bi rejîma Sûryê re, ziyaneke mezin da vê siyaseta kurdan!.

Herweha ji encama vê siyasetê peymana Hewlêrê jî her ji serî de hate xerakirin. Peyman ku di navbera Encumena Gelê Rojavayê Kurdistanê û PYDê de li aliyekî û Encumena Nîştimaniya Kurd li Sûrya li aliyê din bi serperiştiya rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê hate çêkirin.

Li gorî vê peymanê Desteya Bilinda Kurd li Rojavayê Kurdistanê hate avakirin ji bo ku hemû karûbarên Rojavayê Kurdistanê bi rê ve bibe, lê ji encama wê siyaseta ku ji aliyê Cemîl Bayik ve bi ser PYDê de hate sepandin, Desteya Bilinda Kurd jî nikaribû ti karekê ku dilê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi çêbûna peymana Hewlêrê xweş bike, pêk bîne.

Ji encama vê siyasetê jî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê kete rewşeke aloz ya nediyar a wisa ku tiştekî ji pêşeroja xwe fêm neke û bi hezaran kes ji ber hejarî û xizanî û nebûna ewlekariyê ji bajarên Rojavayê Kurdistanê aware bûn, bi awayekî ku tirsa valabûna hin deveran ji kurdan heye!. Herweha jî atmosferek diktatorî bi ser Rojavayê Kurdistanê de hate sepandin ku di encamê de hemû partiyên siyasî yên din yên Rojavayê Kurdistanê ji lîztina her roleke îdarî û leşkerî ji bo birêvebirin û parastina Rojavayê Kurdistanê û pêşvebirina destkeftiyan, hatin dûrxistin.

Bi awakî wisa rê li ber partiyan hate girtin ku tu partiyek nikarbû tevlî biryarên îdarî û siyasî bibe, lê ji wê demê de ku rejîma Sûrya desthilatdariya hin deverên Rojavayê Kurdistanê radestî PYDê kir, çendîn lîder û kadroyên partiyên Rojavayê Kurdistanê û çalakvanên sivîl li Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin. Vê yekê jî bêbawerî û bêhêvîbûnek mezin li cem xelkê Rojavayê Kurdistanê çêkir. Herweha hemû derfetên siyaseteke hevpar ya kurdan kuştin, ku ev jî bi ti awayî li cem xelkê Rojavayê Kurdistanê û neteweya kurd nayê qebûlkirin.

Herweha ev dûrxistina partiyên Rojavayê Kurdistanê ji îdare û birêvebirina Rojava hişt ku civaka navneteweyî bi ti awayî guh nede rewşa navxweyî ya Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku tomareke qebûlkirî ya Cemîl Bayik di asta navneteweyî de nîne û ew weke “Terorîst” qebûl kirine!.

Eger ku ti zanîna siyasî ya Cemîl Bayik hebûya, dê mifa ji ezmûna partiyên Başûrê Kurdistanê ya dema serhildana 1991ê werbigirta ku wê demê di çarçoveya Eniya Kurdistanî de, bi awakî hevpar îdare û siyaseta Başûrê Kurdistanê bi rê ve bir; heta ku dawiyê bi hev re biryara hilbijartinên Parlemento û Hukûmeta Herêma Kurdistanê da. Lê Cemîl Bayik bi siyasetên xwe rê li ber girt ku Desteya Bilinda Kurd bibe dezgeh û sîwaneke wek Eniya Kurdistanî. Li aliyê din jî dest bi amadekirina projeya destûrê û çêkirina îdareya naxweyî kir; bê ku pirsa ti partiyeke din ya Rojavayê Kurdistanê bike, vê yekê jî rewşa Rojava bêtir aloz kir.

 

Deriyê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê..

Deriyê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê berê tine bû, lê piştî destpêkirina şoreşa gelên Sûrya û xirabûna rewşa kurdên Rojavayê Kurdistanê, rêzdar Mesûd Barzanî û rêzdar Nêçîrvan Barzanî serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê pir giringî dan wê yekê ku bi her awayî be; ev derî bête çêkirin û vekirin. Ji ber wê jî di demeke pîvaneyî de pirek hate çêkirin ku ji meha yekê ya îsal û vir de bi sedan ton xwarin û sûtemenî wek alîkarî ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê ji wir derbas bûye.

Herweha di vê demê de rojekê û tenê seetekê jî ev derî ji aliyê Hukûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatiye girtin, ev derî hertim ji bo alîkariya mirovî û derbasbûna nexweş û xwediyên hewcedariyên taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê vekirî bûye. Lê PYD û Cemîl Bayik dixwazin vî derî ji bo bazirganiyê bi kar bînin ku ev jî ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Demên derbasbûyî jî bi hin kes û gencan; pir êrîşî PDKê kirin û PDKê her bêdengî hilbijart, lê êdî dem hat ku ji Cemîl Bayik re bêjin: Êdî bes e.

Ku rêbertiya PDKê bi xwe ev derî çêkiribe û vekiribe, xelk dê çewa bawer bike ku PKDê ev derî girtiye!? Weke Cemîl Bayik pir bêberpirsiyarane vê gotinê dibêje.

PYD di vê rewşa aloza xelkê Rojavayê Kurdistanê de serane û baca derbasbûnê ji nexweş û xelkê lêqewimî yê Rojavayê Kurdistanê distîne û ji bo domandina siyaseta xwe ya tepeserkariyê dixwaze bazirganiyê bi navê xelkê Rojavayê Kurdistanê bike, ew siyaseta PYDê û Cemîl Bayik ya ku hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê li dij in. Herweha hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê wê gazinê ji PYDê dikin ku 15  milyon Dollarên hatiniya vî deriyê sînûr veşartine.

 

Kurd yekalîtî û yekpartîtiyê qebûl nake..

Dîrokek pir pak û serbilind ya PDKê bi Rojavayê Kurdistanê re heye, piştgîriya ku ji bo Barzanî û PDKê jî li Rojavayê Kurdistanê heye, bê mînak e. PDK li hember xelkê Rojavayê Kurdistanê bêtirî her aliyekî din hest bi berpirsiyariyê dike.

Dema ku rêberên hin partiyên kurdî digot: Ti perçeyên Kurdistanê di axa Sûryê de nîne, PDKê giranî dida ser nehiştina tepeserkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê û daxwaz kiriye mafên wî yên neteweyî bêne dayin. Ti xalek di hemû dîroka PDKê de niye ku li dijî xelkê Rojavayê Kurdistanê destê xwe xistibe destê rejîma Sûrya, lê Cemîl Bayik gelek baş dizane bê ka berê bi ti awayî xelkê Rojavayê Kurdistanê li bajaran û tenê li çiyan jî tepeser kiriye?! Niha jî dixwaze hemû destkeftiyên kurdan li wê perçeya Kurdistanê bi siyasetên xwe yên neserkeftî têk bibe.

Li ser siyaseta Cemîl Bayik; PYDê rê li ber çêbûna îdareya hevpar ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê girt û wê bi tena serê xwe û yekalî û bi hêza çek û bi piştgîriya rejîma Sûrya; destê xwe daniye ser her tiştî, rê li ber wê yekê girtiye ku ji bo parastina ax û xelkê Rojavayê Kurdistanê, çek di destê ti partiyeke din de hebe!.

Niha dema wê ye ku hemû kesên di nav PKK û PYDê de ne ji Cemîl Bayik re bêjin: Êdî bes e! Çunkî ev siyaset; hêviya ku ji bo rizgarbûna hemû Rojavayê Kurdistanê çê bûye, têk dibe. Erka hemû partiyên Bakur û Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ye pir ciddî li ser yekalîtiya ku PYD li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne rawestin, ji ber derfeta ku niha ji Rojavayê Kurdistanê re çê bûye, dixe nav metirsiyeke pir mezin ya jinavçûnê!.

 

 

Rojnameya Hewlêr – 7.8.2013

 

 

 

Back to top button