Hevpeyvîn

Cemîl Bayik PKK’ê lawaz dike

 Birayê Rêberê PKK’ê û Endamê Berê yê Konseya Serokatiya PKK’ê Osman Ocalan di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Basê behsa guhertinên nav PKK’ê dike ku Cemil Bayik ket şûna Murat Karayilan û li gor wî siyaseta mezhebî û çepgîr nahêle PKK bihêz bibe. Herwiha balê dikşîne ser peywendiyên xwe yên ligel Bayik û qala xeletiyeke dîrokî ya navbirî dike.

Bas: Hatina Cemîl Bayik bo cihê Murat Karayilan, wate guhertinên ku vê dawiyê çêbûn dê çi bandorekê li rewşa siyasî ya PKK’ê bike?

Osman Ocalan: Niha di nav PKK’ê de du baskên serekî hene, yek baskê neteweyî û yê din çep-çepgîr e, bêguman ji destpêka damezrandina PKK’ê ve, ev her du bask hebûn ji ber damezrênerên PKK’ê ji kesayetiyên çep û neteweyî pêkdihatin. Piştre dema damezrênerên PKK hatin Kurdistana Başûr û dest bi xebatê kirin, beşeke zêde ya xebatkaran kesayetiyên niştimanperwer bûn, bi dirêjahiya tarîxê PKK’ê bi vî awayî gav avêtiye, di vê dawiyê de Murat Karayilan nûnerê kesayetiyên neteweyî bû, berdewam hewl û karê baş kiriye û kariye rûbirûyê dagîrkeran bibe û PKK’ê biparêze, evna jî ji ber ku kesekî neteweyî û niştimanperwer bû, bê guman di destpêkê de min nûnerayetiya giştî ya kesayetiyên neteweyî dikir.

Dema borî, wate di wextê Murat Karayilan de xebateke neteweyî birêve diçû, lê belê niha ku Cemîl Bayik bûye serokê KCK’ê ew dê fikr û bîr û baweriya xwe pêş bixe û ew jî çepgîrî ye, bîr û baweriya wî ya neteweyî lawaz e û kesayetiyekî Elewî ye, hevserok e, herçiqas damezrênerê PKK’ê bû, lê bîr û baweriya wî cuda ye û bi vî awayî PKK’ê ber bi lawazbûnê ve dibe, li gor min Karayilan baştir bû, ji ber kesayetiyekî Misilman bû, neteweyî û niştimanî bû, lê tişta ku Cemîl Bayik dixwaze bike çepgîrî û Elewiyetî ye, evna jî ne di berjewendiya xebata Kurdan de ye.

-Di axaftinên te de wiha derdikeve PKK ber bi lawazbûnê ve diçe eger Cemîl Bayik li ser bîr û baweriyên xwe berdewam be, gelo wiha ye?

-Ji destpêka çêbûnê  ve û heta niha PKK berdewam hêzeke mezin bû, lê ne hêzeke neteweyî ya bihêz bû, herçiqas di hinek deman de hêzeke neteweyî ya bihêz bû wek mînak di dema min de, heta astekî di serdema Murat Karayilan de, lê niha ger wiha here ku Cemîl Bayik dixwaze PKK ber bi lawazbûnê ve diçe, ji ber bîr û baweriya mezhebî bihêz dibe û evna jî wiha dike ku Bizava Azadî ya Kurdî lawaz bibe, ger em berê xwe bidinê di destpêkê li beramber Sûriyê Cemîl Bayik daxwiyaniyên li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê didan, bi vî awayî siyasetkirîn jî xelet e û ne di berjewendiya xebata Kurdan de ye.

Divê em wê yekê bizanin ku qet PKK bi dawî nabe, ji ber mezintirîn hêza Bakurê Kurdistanê ye, lê lawaz dibe û di bûyer û mijaran de bandora wê namîne û nikare rolekî girîng bibîne, ger em berê xwe bidinê ji sedî 95’ê Bizava Neteweyî ya Kurd piştgiriya PKK’ê dike, hevdem li Bakurê Kurdistanê PKK mezintirîn hêza Kurdî ye, li Rojavayê Kurdistanê jî desthilat e, li Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke nû de ye, li Başûrê Kurdistanê bandora wê heye lê kêm, lewra dibêjim qet PKK jinav naçe.

-Peywendiya te ligel Cemîl Bayik çawa ye? Çima tê gotin ku tu û wî lihev nakin?

-Berê jî min çend caran gotiye ku Cimîl Bayik kesekî çep e û ez jî kesekî neteweyî me, lewra carna navbera me nebaş bû, lê di hinek deman de me hevkarî û piştgiriya hev kiriye. Wek mînak di sala 1993’ê de dema ez di zîndanê de bûm û rewşa min gelekî xirab bû, ligel biryara darvekirina min hat derxistin, birêz Cemîl Bayik nehişt ew ceza li ser min were cîbicîh kirin, piştre sala 1997’ê Serokê PKK’ê xwest Cemîl Bayik bide aliyekî û di nav PKK’ê de nehêle, min nehişt ku wî derbixin ji ber endamê Desteya Damezrênerên PKK’ê bû, ji xeynî van jî em di gelek karên din de hevra bûn.

-Wate hun bûne hevkarê hev û we hevdu ji mirinê rizgar kiriye, lê berê te ragehandibû ku Cemîl Bayik hewl daye te bikuje?

-Rast e min nehişt Cemîl Bayik ji nav PKK’ê bê durxistin, piştî girtina Serok Apo, Cemîl Bayik baş zanî ku bi awayekî baş siyasetê dikim û serkeftî dibim û zanî rolekî girîng di pêşveçûna Bizava Azadî ya Kurd de dibînim piştgiriya min kir ligel beşeke zêde ya xebatkarên PKK’ê, çar salan serokê PKK’ê bûm, di wê qonaxa lawaz û gelekî hestyar de min karî PKK’ê ji wan rojên nexweş rizgar bikim, lê piştî ku sala 2003’ê PKK gelekî bihêz bû Cemîl Bayik hest pê kir ku ber bi lawazî û nemanê diçe û ji ber berjewendiyên xwe, ligel çendîn hêzên îstîxbaratê û dagîrker hewl da min bikuje, piştî gelek caran hewl da ku min bikuje ji ber Bizava Neteweyî ya Kurd min wiha baş dît ji PKK’ê cuda bibim, ji ber bi kuştina min rewş ber bi başbûnê ve nediçû, di dawî de min biryar da û di yekî hezîrana 2003’ê de min çiya bicîh hişt û hatin Kurdistana azad başûr.

-Tê gotin ku berê Abdullah Ocalan ji Cemîl Bayik aciz bûye, ev acizbûn li ser çi bû?

-Sala 2007’ê Cemîl Bayik xeletiyeke dîrokî ya mezin kir, ji ber 20 kadroyên PKK’ê darvekirin ku beşekî zêde ya wan kadroyan ji rojava bûn, wan kadroyan çendîn zal xizmeta Xebata Azadîxwaz a Kurdî kiribûn, lê Bayik bi wî rengî ew cezayê giran da wan, bi darvekirina van kadroyan Serok Apo gelekî aciz û xembar bû, Apo got te çawa ev karê han bêyî agahiya min kiriye? Bêyî îmzeya min? Piştre xelkê daxwaz kir ku li ser vî karî Cemîl Bayik bê cezakirin.

-Wek hun dizanin rewşa tendirustiya Ocalan çawa ye?

-Zêdeyî 14 sal e di zîndanê de ye dibe rewşa wî çawa be? Bêguman rewşa wî ya tendirûstî nebaş e, di warê derûnî de dilteng û xembar e, di van demên dawî de dev û qirqa wî kul bûne, hesasiyet pêre çêbûye. Ji hemû aliyekî ve rewşa wî ya tendirûstî nebaş e.

Zamyar Ehmed / Koye (Basnews)

Back to top button