Polîtîk

Çekdarên PYDê Mihemed Îsmail berdan

Berpirsê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Suriye Mihemed Îsmail ji aliyê PYDê ve hate berdan. Mihemed Îsmali roja 15ê tirmehê de rewrisma weşartina pêşmergeyê şehid  Hebib Qadir de ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû girtin û heta wek neha girtiyê PYDê bû.Di encama îşkencê de tenduristiya Çsmail gelek xirab bibû. Ji berî demekî PYDê xwest bi merc wî azad bike ,lê Îsmail tu mercên wan qebûl nekir û zindanê de ma.Mihemd îsmail îro li bajarê Qamislo hate berdan. Heta niha PYDê nekariya tu sedemê girtina Îsmail bide diyarkirin. Zordariya çekdarên PYDê li himber endamên ENKSÊ û partiyên di nava ENKSê de berdewame û heja girtî di zîndanan de hene.

Back to top button