Polîtîk

Çekdarên PKKê bingehên xwe li Şingalê vale dikin

Piştî alên PKKê ji aliyê hêzên polîsê federal ên Iraqê ve hatin daxistin, PKKê hejmarek binkeyên xwe yên li qeza Şingalê vala kirin. Qaymeqamê Şingalê jî diyar kir  ku, divê PKK çekdarên xwe ji Şingalê derxe.

Piştî ew hêzên Iraqê yên çûn Şingalê alên PKKê yên li ser binkeyên wan anîn xwarê û mohletek dan PKKê da ku bingehên xwe vale bikin.

 Li gora agahdariyûn ji herê tên, çekdarên girêdayê PKKê dest valekirina hinek bingehên xwe kiriye û hinek bingeh hatine valekirin û hejmarek binke jî radestî hêzên polîsê federal ên Iraqê kirine.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl jî ji BasNewsê re ragehand, li gor rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê piştî anîna xwar a alên PKKê pêwîstbû PKK binkeyên xwe jî radest bike, ‘’Diyare hin binge radest kirine, lê divê PKK çekdarên xwe jî bibe derveyî qezayê.’’

Herwaha got, li gor rêkeftinê nabe yek çekdareke PKKê jî li Şingalê bimîne.

Back to top button