Cîhan

Cejna Newrozê li Qesra Spî hat pîrozkirin

Cejna Newrozê êdî ji sînorê Cejnek Netewî derketiye û li seranserê cîhanê, li gelek welatan tê pîrozkirin. Ev cejna pîroz a milletê Kurd û qewmê Arî, êdî bûye sembola berxwedan û serhildanê û pê re jî mizgînîya buharê, mizgînîya rojên nû û xweş dide cîhanê. Li gelek parlamentoyên Ewropayê hêdî hêdî Newroz tên pîrozkirin û ev yek ji bo Kurdan wek lobî û piştgirî jî tê hesibandin.

Li Qesra Spî ya Amerîkayê gelek caran Newroz hatiye pîrozkirin. Îsal jî hat pîrozkirin û ev yek ji bo pêşeroja milletê Kurd gavek erênî ye.

Ji bo Newrozê li Qesra Spî şahîyek hat lidarxistin. Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ligel xanima yekem Jill Biden beşdarî pîrozbahiyê bû û got: “Newroz li gelek deverên cîhanê û li Hewlêrê ji alîyê bi milyonan kes ve tê pîrozkirin û min derfet dît ku ez serdana gelekan ji wan bikim.”

Biden, diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal di qonaxek dijwar re derbas bûne û kesên di erdheja li Tirkiye û Sûriyê de mexdûr bûne jî bi bîr anî. Biden bi gotina helbestên helbestvanê Îranî Hafiz-î Şîrazî, bal kişand ser cihêrengîya çandî ya ku gelê Amerîkayê pêk tîne.

Keybanûya Amerîkayê Jill Biden jî di merasîmê de axavtinek kir û bi gotina “Hûn bi xêr hatin Qesra Spî, cejna we pîroz be” dest bi daxuyanîya xwe kir.  Xanim Jill Biden, a ku bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest bi gotinê kir, got: “Her çendî qêrîna ‘jin, jiyan, azadî’ li hemû cîhanê deng veda, em nikarin bêyî ku em bifikirin nûbûna biharê li ser jinê pîroz bikin. Di vê sala nû de divê bi piştgirî û dilovanî em li dora wan bin. Em strana te di dilê xwe de dibihîzin, em tekoşîna te dibihîzin. Em we dibînin û em bi we re ne. Hûn ne bi tenê ne”.

Biden jî ji bo Newrozê daxuyaniyek nivîskî ya taybet belav kir. Biden diyar kir ku wan silavên xwe ji bo hemû kesên ku Newrozê li gelek deverên cîhanê pîroz dikin, re şandine û got: “Amerîka wê li kêleka welatîyên Îranê yên ku bi bawerî û wêrekîya xwe îlhamê didin hemû cîhanê bisekine”.

Back to top button