Hevpeyvîn

Çareseriya pirsa kurd ne welê hesaniye


Nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar dema wek mêvan û axaftevan beşdarî  di sempozyoma Zanîngeha Bîngorlê de kiriye, ev hevpeyvîna li jêrê roja 01/ 07/ 2012 bi dekanê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Bîngol Prf. Dr. Xelil Çîçek re kiriye.

Rojeva Kurd

Zeynelabidin Zinar: Seya Xelîn Çîçek, bi kerema tu dikarî xwe bidî naskirin?

Prf. Dr. Xelil Çîçek: Navê min Muhemed Xelîl Çîçek e. Ez di 1956 yan 57an de li gundê Darima girêdayê bi Hezexê ve hatime dinyayê. Lê belê di nifûsa fermî de Cihê jidayîkbûma min ”Midyad” û tarîx jî 1961 hatiye nivîsandin. Navçeya Hezexê niha bi parêzgeha Şirnexê ve girêdayî ye.

Dayika min ji herêma Botanê ji eşîra Harûnîyê ye, bavê wî Mele Huseyn ji gundê Kîruwana girêdayê bi Kerboranê ve ye û kurê Seyîd Silêman e, Silêman jî kurê Seyîd Emer e, Emer jî kurê Seyîd Şerîf e. Malbata me ”seyîd” e û gundê me jî menşûr e ku yê seyidan e.

Min jî weke zarûkên malbatên oldar, pêşî li ba diya xwe dev bi xwendina Quranê kiriye, piştre bavê min êdî ders daye min, piştre min li medreseya bavê xwe ya li Basqila Kerboranê domandiye. Sal 1968, min li Basqilê dest bi xwendina dibistana tirkî jî kiriye û pê re xwendina medreseyê jî bi xwendina pirtûka Şerhilmuxnîyê domandoye. Piştî çar salan dema min dibistan qedandiye, kekê min Mele Silêman daxwaz ji bavê min kiriye ku ez herim li Misrê bixwînim, lê bavê min gotiye ”Eger Xelîl di şeş rojan de bikin Cewdet Sunay jî, ne bi kêfa min e ku here xwendingehên fermî.”

Piştre ez bêgav mame ku li xwendina Medreseyê bidomînin. Lê dema kekê min Mele Silêman çûye leşkeriyê, min bi wî temenê piçûk meletî li şûna kekê xwe kiriye heta ku ew ji leşkeriyê hatiye. Piştî hatina Mele Silêman, îcar min li ba wî xwendiye û dev bi pirtûka Siyûtiyê kiriye û di 50 rojan de qedandiye.

Piştre ez ji bo xwendinê çûme li çend medreseyan geriyame. Pêşî çûme gundê Eleqemşê û min li ba dersdarê navdar Mele Sadullah xwendiye. Mele Sadullah jî li başûrê Kurdistanê xwendina xwe kuta kiriye û li herêma xwe gelek menşûr jê bûbû. Min li vê medreseyê du-sê meh xwendiye, lê mixabin şerek di navbera gundiyan de rûda û 6 zilam hatin kuştin. Piştî wê yekê, Mele Sadullah xwendekarên xwe ji tirsa leşkeran belav kiriye.

(Prf. Dr. Xelil Çîçek li ser wê bûyerê weha gote min:) ”Seydayê me Mele Sadullah ji tirsa leşkeran Diwana Seydayê Cezerî bir xist binê kevirekî mezin û veşart.” Seydayê me Mele Sadullah di çavê gundiyan de pir mezin dihate dîtin. Herweha gundiyan bawer dikir ku Seyda li ba leşkeran jî pir mezin û bi qîmet e. Îcar dema leşker dest bi heskirina malên gundiyan kirin, yekî gundî jî rextê xwe yê fîşekan biribû avêtibû mala Seyda. Leşker piştî sehkirina malên gundiyan, çûn mala Seda jî sek kirin û ew rextê fîşekan dîtin. Leşkeran zorî dan Seyda û doza çeka rext lê kirin. Lê belê Seydayê ku haya wî ne ji rext û ne ji çekê hebû, birin xistin girtîgehê û bê sedem li dora şeş mehan tê de hiştin.

Ez piştî wê rûdanê, çûm Êlighê (Batman) û min li medreseya dersdarê navdar Seyda Şêx Fexredîn xwend. Wê demî min pirtûka Netaicê dixwend. Ji ber ku temenê min piçûk bû, Şêx Fexredîn ders neda min û xwest ku feqiyên wî yên talib ders bidin min. Li wirê min bi qederê du mehan ders ji feqiyên talib wergirt û piştre qîma min bi wan nehat, ez ji wirê çûm gundê Huseynîka Diyarbekirê, min li ba seydayê navdar Mele Brahîmê Kelhokî xwend.

Li medreseya Mele Brahîmê Kelhokî hem rewneqa xwendinê û hem jî disiplîna wê zêde bû. Min wê medreseyê bo xwe tam babet didît û li wirê min pirtûka Mele Camî di çar mehan de qedand. Piştre Cem-ul Cewam´i û dûvre pirtûka mentiqê Semkatî, piştî wê jî min Serf-ul Meanî û Muxteserê xwend. Ha wisan min bi temenekî piçûk Xwendina Rêzê qedand. Lê belê Mele Brahîmê Kelhokî ji wirê bar kir û di gel feqiyên xwe, çû gundekî Farqînê bi navê Mîrelîyan. Min destûrnameya Medreseya Kurdî ji dersdarê xwe li vî gundî wergirtiye.

Piştî ku min destûrname wergirt, kekê min Mele Silêman jî wê demê li gundekî Entabê meletî dikir. Kekê min xwest ku ez jî herim ba wî û em herdu bi hev re li wirê ders bidin feqiyan.

Îcar min şeş feqî bi xwe re birin, em ji gundê Mîreliyan çûn Entabê. Ev gundê li Entabê çendî ku Kurd bûn, lê belê kultura wan a medresya kurdî, ya xwedîkirina mele û feqeyan, ne weke ya gundên dî yên Kurdan bû. Îcar ez û digel şeş feqiyên xwe, bûne bar û ketin situyê kekê min Mele Silêman. Piştî du mehan dema bû meha Remezanê, feqîyên me belav bûn.

Ez ji wirê çûm, min li gundekî bi navî Sixêka ku girêdayê bi navçeya Madena Elezîzê ve bû meletî kir. Ev gundî çedî ku bi zaravayê kurmancî dipeyivîn, lê gundê dorê tev bi zaravayê kirdikî (zaza) dipeyivîn. Ev gundê kurmancîaxêf pir qenc, camêr, hurmetkar û mirovperwer bûn. Ez li vî gundî bi qederê du sal mam û min ders da şagirdan, herweha ez li virê jî zewicîm û bermalya min ji gundê Kîruwana bavê min e.

 

Seyda, xwendina te ya bi tirkî çewa dest pê bûye?

Ez ji derva ketime azmûna xwedina navendî û dîplome wergirtime. Piştre min biryara xwe da ku ez herim Erebistanê û zanîngeh bixwînim. Vîna xwendê ez nerihet dikirim û rojekê ez rabûm, min bermalya xwe hinart mala Bavê wê, ez jî ketim rê, bi vîzeya Hecê di 1976an de çûm Erebistana Seûdîyê ku bixwînim. Lê destûr nedane min ku ez li wirê bimînim û piştî vegera Heciyan, bêgav mam ku werim welêt.

Piştre ez 1977 12 14 li bajarê Mêrdînê bûm muezinê mizgeftekê. Li Mêrdînê min temenê xwera bi biryara dadgehê piçûk kir û min di eynî salê de dev bi xwendina Îmam-Xetîbê kir. Du sal piştî xwendinê, min ji derva ve azmûna Îmam-Xetîbê qezenc kir û min di 1979an de dîploma wergirt.

Piştî dîplomaya Îmam-Xetîbê, ez di 1980yî de çûm gundê Tilfeyza girêdayê bi Qiziltepeyê ve, min meletî kir û li wirê min medreseyek jî ava kir. Li wê herêmê 35 gundên Ereban hene, ew hem bi erebiyeke pir xweş, hem jî bi kurmanciyeke pir zelal dipeyivin. Rewşa axaftina wan gundiyan pir bala min dikişand. Di kurmanciya wan de hîç peyvên erebî nebûn û di erebiya wan de jî hîç peyvên kurmasncî nebûn.

Di 1981ê de jî, min azmûn qezend kir û li Erzeromê ketim Fakulteya Îlahiyatê. Piştî ku profesor û dersdaran bala xwe danê ku ez di zanîna xwe de pir li pêş im, gotin min: ”Tu here meletiya xwe bike, tenê rojên îmtîhanan were virê.” Ha wisa min hem meletiya xwe li Tilfeyzê didomand, hem min dersa bîst feqiyên xwe dida, hem jî min li fakulteya Îlahiyatê ya Erzeromê didomand heta ku di 1986an de qediya.

Min meletiya Tilfeyzê pênc sal domand. Piştre min bala xwe dayê ku gundî ji feqiyê min re ne baş dibin, min xwarina wan girt ser xwe. Kekê min Mele Silêman jî li ba min dima û ders dida feqiyan. Îcar kifletê min û yê kekê min dest bi çêkirina xwarina feqiyan kirin û li suxreya wan domandin. Bi vî rengî me dersdanê du salên din jî domand. Lê min bala xwe dayê ku bi wê tengiyê naçe serî. Ha ku min dît, rojekê Hecî Mihemedê Girbelî ku li Qioziltepeyê rûdinişt, gote min: ”Te fakulte qedandiye. Were meletiya gundê min bike û xwedîkirina te û ya feqiyên te tev li min.”

Min ew teklîf got gundiyên xwe yên Tilfeyzê û min gote wan: Eger ne bi destûra we be, ez naçim Girbelê:” Gundiyan got: ”Madem wê Girbel ji bo feqiyan baş be, here wirê.”

Ez û feqiyên xwe tev bi hev re çûn Girbelê. Pêre pêre rewşa gund hate guhertin û heskirina wan ji min û feqiyê min re zêdetir çûbû.

Li gundê Girbelê hin gundiyên çeprew hebûn, wan mana min li wirê semax nekirin û çûn giliyê min li ba Îdara Urfî kirin. 1986, meha yazdeh an ya duwandeh bû, cendirme avêtin ser mizgeftê û 13 ji 25 feqiyên min girtin, ez jî bi wan re, em birin qereqolê, piştre em birin Qiziltepe û ji wirê jî em birin Mêrdînê, çavên me, destên me girêdan û wan em xistin devereke nenas. Demsal zivistan bû, sermayeke zêde hebû û berf jî li erdê bû. Piştî lêpirsîna sê rojan, em hatin berdan.

Ez çûm gundê Tatayê, min meltî li wirê kir. Di wê navê re azmûna miftîtiyê vebû. Ez bi şîreta nas û dostan çûm, ji bo azmûnê min daxwazname da, wan ez hinartim Antalyayê û min du meh qurs dît, piştre azmûn vekirin, ez tê de bûm yekemîn. Ji ber ku min leşkerî nekiribû, miftîtî nedane min, lê li ser daxwaza min, wan ez wek waiz hinartim Cizîra Botanê.

Piştî du meh li Cizîrê, miftiyê Qiziltepeyê hate veguhaztin. Bi alîkariya dersdarê min Şerafedîn, ez wek miftî roja 14. 12. 1987 çûm Qiziltepeyê. Tarîxeke rastlêhatî ev bû ku min deh sal berî vê tarîxê, eynî roj, wek muezin li Qiziltepeyê dest bi kar kir. Min medreseyeka mezin jî ava kir û li dora 60 feqe li ba xwe bi cih kir.

Ez wek miftî du sal û nîv li Qiziltepeyê mam. Di eynî demê de min doktoraya xwe jî li Zanîngeha Selçûkê dikir.

Dema ez li Qiziltepeyê bûn, min û feqiyên xwe berpirsyariya aştiyê wergirtibû ser milên xwe; me nedihêla ku şer û kuştin çêbibin û me xeydokan li hev dianîn. Lê ev xebata me hin hêzên di nava dewletê de nerihet dikir, îcar wan semaxa mana min li wirê nekir û min ji Qiziltepeyê veguhaztin navçeya  Stewrê.

Lê belê li Stewrê xêreke mezintir bo min derket holê, ew jî ev bû: Min di nava heşt mehan de doktoraya xwe qedand û min şeş meh jî her li wirê leşkeriya xwe bi dawî anî, dîsa min li miftîtiyê domand.

Demek şûnde Qeymeqamê Stewrê, gote min: ”Ya baş ev e ku tu herî li zanîngehekê bibî dersdar.”

Min daxwazname da Zanîngeha Urfayê, çendî ku puwanên min di erebî de 98 bûn jî û hin camêran ji bo min mudaxele jî kiribê, dîsa wan ez negirtim Zanîngehê. Piştre Zanîngeha Wanê di wan deman de çend qadro îlan kiribû. Min ji bo dersa Tefsîrê, daxwazname da Zanîngehê. Rektorê Zanîngehê Mihemed Seyîd Şen (ji Boloyê bû), camêr cudatî nedixist navbera Kurd û Tirkan, ji 50 akademisyenî zêdetir ji Kurdan girte kar. Eger ne bi xêra wî camêrî bûya, di wan salên xirab de kesî em (Kurd) ji bo zanîngehan nedigirtin.

Di 1994an de Zanîngeha Wanê beşek bi navê Mekteba Bala ya Îlahiyatê vekir û min midûrtiya vê beşê kir. Ez di 1995an de jî bûm doçent. Midûrtiya min hetanî 1999an domand. Diviya ez sala 2000î bûbûma profesor, îcar ew dema Heştê Sibatê ku bi ser me ve hat, di sala 2000î de ez ji Zanîngehê hatim avêtin.

Ez çûm Erebistana Seûdî û min li Camîet-ul Îmanê sê sal dersa Tefsîrê da.  Dema ez vegriyam welêt, sal 2009, meha Kanûna Pêşî hêj nû profesorîyê dane min.

 

Berhemên te çi hene?

–      Heta niha deh pirtûkên min hatine weşandin. Pênc ji wan bi zimanê erebî ne û pênc jî bi zimanê tirkî ne. Evên bi erebî, yek li Misrê, du li Bêrûdê, yek li Stenbolê û yek jî li Kolnê.

 

Fikra vê sempozyoma Zanîngeha Bîngolê ji kê û kekngê derket holê?

Cara pêşî desteroka wê ji aliyê Miftiyê Bîngolê û Rektorê Zanîngeha Bingolê ve derketiye holê. Piştre jî min ew pijand û heta ku ev sempozyoma rengîn bi dawî bû.

Di serê pêşî de cenabê te umîd dikir ku ev sempozyon hewqas xweş û bi rûkûpêk bête meşandin?

Belê umîda min hebû. Di asasê xwe de , eger derfetên me yên aborî hebûna, me dikaribû sempozyoma xwe hîn xweştir û dewlemendtir çêkiriba. Lê mixabin ji ber ku pereyê me nebûn, me nedikari li gor daxwaza dilê xwe kesên zana û zanistiyê vexwendibûna.

Ji çepê ve: Şêx Mihemed Qeredaxî, Xalid Sadînî, Tehsîn Dostkî, Prf. Dr. Xelîl Çîçek, Zeynelabiidn Zinar, Prfê. Dr. Ihsan Sureya û du-sê rewşenbîrên din…


Li vê Sempozyomê pir kes behsa Medreseya Kurdî dikin. Gelo sûda Medreseya Kurdî çi hebû ji Kurdan re?

Ew herêmên ku Medreseyên Kurdî lê hebûn, zanîneke mezin dixistin nava Kurdan; zanayên pir mezin jê derketibûn, dinyayê dinasiyan, şiroveya tiştan dikirin. Wan medreseyan xizmet ji olê re kirine, ji civatê re kirine û ji bergîriya nijadî re jî kirine.

 
Amaca sereke ya vê sempozyoma ku we çêkir çi bû?

Li Tirkiyê cemedeke hişk di navbera Îlahiyat û Medreseya Kurdî de heye. Heta niha li Tirkiyê Ilahiyatan bi çavekî pak li Medreseya Kurdî nedimeyizandin, Medreseya Kurdî jî bi çavekî pak li Ilahiyatê nedimeyizand. Îcar me xwest ku em pirekê di navbera Ilahiyat û medreseya Kutrdî de avabikin. Amaca me ya yekemîn ji vê sempozyomê ev bû ku ew xizmetên ku Medreseya Kurdî kirine û bûne malê mêjû, nivşên nû bizanibin û duyemîn jî Îlahiyatên zanîngehan û Medreseya Kurdî nêzîkayî li hev bikin û ji bo hev bibin hevkar.

 

Heta niha jî her tiştê Kurdan qedexe ye. Medreseya Kurdî û Îlahiyat du tiştên cuda ne. Çewa ev herdu sazî dikarin bibin hevkar?

Rast e ku her tişt qedexe ye. Li welatê me jî û li dinyayê jî, xizmet tenê dikare bi zanînê bête kirin. Ji vê zêdetir, çiqas olên li dinyayê hene tehemula nezanînê dikin, lê ola îslamê tehemula nezanînê nake. Îro li Tirkiyê 63 fakulyeyên olî hene, lê mixabin zanîna îslamî di wan de zêde tune. Lê Medreseya Kurdî çendî ku derfetên wan pir kêm in û dewlet wan napejirîne, rûmet nade wan, lê kesekî ku Medreseya Kurdî dixwîne, zanîna wî ji ya kesekî ku li ilahiyatê dixwîne zêdetir û bi qalîtetir e. Ji ber hindê em dibêjin ku bila Medreseya Kurdî fermî bibe û ji saziyên îlahiyatê re jî bibe alîkar.

 

Çewa ku min ji axaftina gelek kesên beşdarên sempozyomê fêm kiriye, Medreseya Kurdî herwekê saziyeke fermî be, dihate nirxandin. Cenabê te ji bo vê yekê dikare çi bêje?

Niha di van neh-deh salên dawiyê de ku baweriya Tirkiyê pê çêbûye û hinek jî nerm bûye, herweha ew adetên hişk û kûr û ne xweş ku pê gelê xwe diperçiqand, des jê berdaye û hinek jî li ser xeta xwe ya xwezayî rûniştiye, ji van dsedeman lêmêzekirina dewletê niha ne wek ya berê ye. Çendî ku dewlet niha Medreseyê bi awayekî fermî napejirîne, lê weke berê Medreseya Kurdî ji xwe re dijmin jî nabîne.

Mesela, ez feqî bûn, hêj zarûk bûm, li Kurtalanê (Misirc) ez li riya xwe diçûm, ha ku min dît, polîsek hat û kumê min ji serê min kir. Careke din, ez û kekê xwe Mele Silêman ji feqetiyê diçûn malê. Ew çax babê min li Basqilê meletî dikir. Em gehane gundê Deywanê, du cendirme em girtin û li çeltikên me meyzandin, ji bilî pirtûkan tiştekî dî tê de nebû. Cendirmeyan em girtin, piştre ji bo ku me berdin pere ji me xwestin. Pere jî, bi me re nebû. Kekê min çû Deywanê ku pere ji wan re bîne, cendirmeyan jî ez li ba xwe rehîn girtim. Kekê min pênc lîre ji ba yekî nas anî, da cendirmeyan û hêj wan em berdan. Mesela, ez dema li Stewrê bûm, min dersa feqiyên xwe dida, serdarê cendirme û midûrê polîs, bê xebera qeymeqamê qezê, avêtin ser medreseya min û her tiştê me serobin kirin.

Lê spas ji Xwedê re, îro ev tişt pir kêm bûne. Îcar eger Medreseya Kurdî wek fermî ger nehatiye pejirandin jî, lê belê dewlet wê ji xwe re dijmin nabîne.

 

Beşek ji amadevanên sempozyomê

 

Di vê sempozyomê de 19 civînên cuda çêbûne. Ew grûba ku ez jî di navê de bûm, tenê me axaftinên xwe hemû  bi kurdî kirine, kesên din axaftinên xwe bi tirkî, farisî û erebî kirine. Çima wisa hindik cih dane axaftina kurdî?

Dema me programa sempozyomê çêdikir, me biryar da ku wê ev sempozyom pirzimanî be; kurdî, tirkî, erebî û farisî. Ji ber hindê me biryar da ku wê rûniştikek xwerû bi zimanê kurdî be, rûniştinek xwerû bi zimanê erebî be, rûniştinek bi zimanê tirkî û yek jî bi zimanê farisî be. Lê belê di nava wan rûniştinên din de, axaftina beşdaran bi zimanên têkel dibû.

 

Encama vê Sempozyomê bi awayekî erênê yan neyênî, dikare sûdekê derxîne holê?

Bi baweriya min, ev sempozyom wê encameke erênî derxîne holê. Îro em li Tirkiyê ne. Îcar eger dewleta Tirkiyê dema bixwaze bi gelê xwe re xweş derbas bike, divê hiqûqê wan jê qebûl bike. Dema ez Kurd im, divê mafê min jî bête qebûlkirin. Ji ber ku ne min xwe afirandiye, lewra Xwedê min afirandiye. Yanî hilbijartina nasnameyê ne di destê mirov de ye, helbet ew hilbijartin di destên Xwedayê mezin de ye. Xwedê te Kurd çêkiriye, Xwedê evê hanê Ereb çêkiriye, evê hanê Tukr çêkiriye…

Eger dewlet mirovan li gor nasnameya wan qategorize bike, weke wê tiştekî derdemî, başverû û tarî tune. Niha Turkiye hêdî hêdî ji van tiştan dûr dikeve. Me jî vê sempozyoma xwe bi zanîn bi vî rengê ku li jorê hate gotin çêkir, belkî dewlet jî fêrê hin tiştan bibe.

Mesela, em ê kovarek bi navê ”Bîngol Îlahiyat Dergîsî”yê derxînin, wê ev kovar jî pirzimanî be; tê de kurdî, farisî, erebî û tirkî dê bêtin weşandin.

 

Li Zanîngeha we niha zaravayê zazakî tê xwendin, lê kurmancê?

Ew halo ye: Niha enstîtuyek heye, jê re dibêjin Enstîtuya Zimanên Zindî. Di sala borî de ji bo zimanê zazakî du kes ji bo Yuksek Lisansê girtin û tê de derseke kurdî jî hebû, ew jî min dida. Bi piranî min ders li ser Dîwana Seydayê Cezerî dida. Lê vê sala ku were, piştî ku hikûmetê jî zimanê Kurdî wek dersa hilbijarte pejirandiye, ji bo ku perwerde çêbibe, zanîngeha me ji bo wê enstîtuyê 75 Kurdî û 75 jî zazakî, dê şagird bigire.

 

Seyda, çima hûn dibêjin Zaza Dîlî (Zimanê Zazakî).

Eger tu qeneeta min dipirsî, zazakî jî kurdî ye. Carinan em li virê xeber didin, em ji hev fêm dikin. Mesela, zaravayê Qazakî jî zaravayekî zimanê turkî ye. Lê niha Turk ji vî zaravayî fêm nakin. Dema zilamên dewletê gava diçin Qazakistanê, tercuman bi xwe re dibin, ji ber ku ew û qazak ji hev fêm nakin. Mînakeke din jî zimanê osmanî ye. Îro li Tikriyê pir hindik kes hene ku zimanê osmanî fêm dikin. Niha ew berxwedana ku hin kes dibêjin ango zazakî zimanekî cuda ye, ez wê qebûl nakim.

 

Cenabê te vê pirsgirêka Kurd çewa dibîne, dê çewa çareser bibe? (Em seyidtiyê li aliyekî bihêlin; lewra bi baweriya min kesên seyid  24 eyar kurdên safî ne, ew jî ji du aliyan ve: 1) Bi riya bapîrê me Brahîm Xelîl Pêxember, 2) Bi riya kurê Hesen ku ji keça Erdeşêrê Qiralê Kurd ku di ser Şêx Ebdulqadir Gêlanî re dibihure wek kurd zêde bûne)

Bi qenaeta min, hikûmeta AK Partiyê di mesela pirsgirêka Kurd de, samîmî û durust e. Çimkî îro aqilê selîm ê ku em dibêjin, yê Kurdan jî, yê Ereban jî, yê Tirkan jî, hemû berê xwe dinin wê yekî û dibêjin ku divê ev pirsgirêk bête çareserkirin. Ji ber hindê ev hikûmeta di binê serokatiya Erdoganî de, herweha di şexsê Erdoganî de jî, ez bawer dikim ku pir durust in. Herweha Tirkiye, heta niha yekî wek wî jî nedîtiye. Di baweriya min de dexezî di kultura Erdoganî de tune. Çendî ku hin torên wî, peyvine wî wilo têne xuyakirin jî, lê hinek ji Kurdan şaş fêm dikin û bi şaşî şirove dikin. Lê dîsa di baweriya min de li Tirkiyê eger hinek hebim ku vê pirsê çareser bikin, dîsa Erdogan e. Lewra ew teribiye û kultura ku Erdoganî pê perwerde bûye, ji bo çareserkirina vê pirsê destdayî ye. Herweha zihniyeta Erdogan û qehfê wî jî, ji bo vê pirsgirêkê vekiriye.

Lê em vê yekê jî dizanin ku ev çareserkirina vê pirsgirêk, ne wisan karekî hêsan e. Çima? Ji ber ku Kurdên me vî aliyê hanê xweşik û delal naxwînin, dibêjin: Hema êvarê tiştekî ku got, bila sibehê çareser bike. Ev hawe jî, wisa çênabe. Gotineka me ya kurmancî heye, gotine yekî: ”Em ê te bizewicînin.” Wî yekî gotiye: ”Hema îşev.” Di vê meselê de em (Kurd) zehf ecele dikin. Lewra li pêşiya vê pirsgirêkê gelek asteng hene. Mesela, yek ji van dinyaya derve ye. Piştre Îsraîl û Emerîka… Pir jî hene ku naxwazin pirsgirêka Kurd wisan bi hêsanî çareser bibe. Çimkî pirsgirêka Kurdan di destên wan de qertekî pir girîng e. Ew hertim dikarin wî qertî bi kar bînin. Ya din, li Tirkiyê digel hikûmeta AK Partiyê ku berxwedaneke zêde bi Dewleta Kûr re dike û kiriye, bi Ergenekonê re kiriye, bi vê yekê qenciya Erdoganî pir zêde hem bi gelê Kurd û hem jî bi gekê Tirk re çûbûye.

Bûguman li vî welatî belaya herî mezin, Ergenekon e. Lewra di çavên Ergenekonê de, mirov nînin. Yekî ku eskerî li Batmanê kiribû, gotiye: ”Em esker bûm, me filankesê xuyanî girt û me ew bir li ber çavên malbata wî kuşt, piştre jî me ew bir avêt avê.” Li gor qeydên fermî, li herêma Kurmancan 17 hezar mirov wek Failîmechûl hatine kuştin.

Di rastiyê de fail ne mechûl in, lê wisan dibêjin. Ew îşkence, ezyet û tezîb û terzîb, herweha hetka namûsê û hetka exlaqê xelkê pir zêde çûbûne.

Ez miftî bûm, melayekî min hatibû girtin, ji min re digot ku tiştê ku di îşkencexaneyan de anîbûn serê wî. Ji ber wê yekê, Turkiye îro hesab bi Ergenekonê re dibîne. Eger Ergenekon paqij bibe, ev ji Tirkiyê re daweteke zahf mezin e, divê mirov teqdîra vê yekê jî bike. Ha ji ber vê yekê dibê mirov ferq bike ku li Tirkiyê ew şaxên Ergenekonê yên di nava dewletê de, hêj bi dawî nebûne. Ew weke extapotê ne, temamiya civatê wergirtiye. Ew dewleta ku em dibêjin: Dewleta Kûr, li Tirkiyê hêj neqediyaye.

Ya sisiyan, li Tirkiyê çewa ku Kurd doza nijadiya xwe dikin, Tirk jî hene ku doza nijadiya xwe dikin. Mesela, MHP, Ulkucu… Çendî ku di nava Ulkucuyan de hin kesên xwediyê aqilê selîm hene, em tiştekî ji bo wan nabêjin. Lê belê Ulkucu, hêjî semaxa wan ji hebûna Kurdan re tune. Dema ku hevokek bi kurdî li ba wan xeber bidî, ew tehemul nakin.

Ez ê meselakê bêjim te: Ez li zanîngehekê wek doçent mamoste bûm. Li zanîngehê hinek nexweşî çêdibûn. Min ji serokê beşa me re got: Li vê herêma me hin nexweşî hene. Tu van dersan bi durustî li mirovan belav bike. Piştre li pey min xeberdan gerandin û gotin ku ”Xelîl kurdçîtiyê dike.” Yanî îro divê mirov vê yekê rind fêm bike. Îro gelê Tirkiyê ne gelekî wisan safî ye ku dema heqek bê dayîn, tev qebûl bikin.

Mesela, di hilbijartina 2007an de, AK Partî di belediyeyên li keviya deryayê de wenda kir. Ew deverên wendabûyê, tevek di destên Ulkucuyan de bûn. Sedemê yekemîn jî, vekirna TRT6ê bû. Bi baweriya min, TRT6 bi serê xwe şoreşek bû li Tirkiyê.

Niha divê mirov heqperest be, heqî li kurê be divê mirov wê bêje. Bi baweriya min niha rewşenbîrên Kurd di mesela Erdoganî de, ne bi esas tevdigerin. Yanî heqê wî nadinê û bi cih nayinin. Bêguman vekirina pirsgirêka Kurdan, ne  weke ku mirov sibehê veke û êvarê jî çareser bike ye. Lewra Erdoganî mecbûr e ku nebza eskerî fêm bike, ya Dewleta Kurd fêm bike, ya xelkê fêm bike, ya dewlemendan fêm bike, ya oldaran fêm bike, yan bêolan fêm bike, ya medyayê û gwd….

Divê mirov di hin meseleyan de bi insaf be. Me heta niha ji Medyayê re digot: Hêza Pêncan…  Piraniya kesên ku di Medyayê de dinivîsin, ji eskeran eskertir im, ji wan xirabtir in, a niha jî wisan in. Lê Xwedê teala temenê Erdoganî dirêj bike, ew fersend nade wan.

 

Tê gotin ku Ergenekona Kurdan jî heye. Gelo têkiliya van herdu Ergenekonan çi qeder bi hev re heye?

Bi qeneeta min, Ergenekona Kurdan heye û îro ji ya Tirkan dijwartir e jî. Meyzê, eger mirov bi însaf hereket bike, ev şerê îro li Tirkiyê dibe, bi hezaran kes çûne, ne tenê ji Kurdan diçin û ne tenê ji Tirkan diçin, lewra ji herdu aliyan jî diçin; her roj dilê gelek dayikan dişewite. Niha eger mirov qiyasa nefsê bike, eger tiliyeka zarokeka mirov diêşe, ew şev xewa mirov nayê. Sebiyê min carekê diçû eskeriyê, min ewî bir nexweşxaneyê û razand. Ya Rebî! Bawer bike, min rojeke wisa zehmet di jiyana xwe de nedîtiye û nayên bîra min. Eva kurê min, ne mirin bû û ne jî kuştin bû. Êdî ev dayikên hanê ku hewqas dilê wan dişewite… Ew zarûkên xwe xwedî dikin, mezin dikin heta ku dibin 20 salî û têne kuştin.

Îcar aqilmendên Kurdan jî û yên Tirkan jî, divê bifikirin û vê meselê çareser bikin. Ev mesele carekê bi şidetê çareser nabe. Yanî eger niha hikûmeta Tirkiyê bêje: ”Ez ê Kurdan temamen biqelînim, ez ê wan xilas bikim” ne mimkun e. Eger Kurd xilas bibûna, ji 1995an hetanî sala 2000î, ew kiryarên ku li herêma Kurdan hatine kirin, dadgehên engezisyonê jî nekirine. Carekê Erdoganî jî gotiye: Aaax, ax! Vê girtîgeha Diyarbekirê carek tenê xeberdabûna!

Pekê wextê ku mesele wisan be, eger mirov samîmî be, divê di mesela heqê Kurdan de jî mirov samîmî be. Ereg Tirk di muhafezekirina dewleta Tirkiyê de jî ku samîmî bin, gereke ew vê meselê hel bikin.

 

Baş e, Seyda. Em dizanin ku Erdogan mirovekî oldar e û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan jî dilxwaz e. Lê gelo berpirsyariya Kurdan çi ye li pêşber vê meselê?

Niha di baweriya min de wezîfeya Kurdan ev e, eger hikûmeta Erdoganî gavek bavêje, divê Kurd du gav bavêjin. Niha tişt ji aliyekî tenê ve çênabin. Mesela, di baweriya min de ev hêviya Erdoganî ji Kurdan heye, ku tiştekî ew dike û dide kirin, divê Kurd teqdîr bikin. Xasma jî rewşenbîrên Kurd vê yekê teqdîr bikin. Ev yek pir girîng e, eger ew tiştina bike û em jî rabin li dij wî derkevin û bêjin ku ew ”zalim e” û ”qatil e…” Bê guman Erdogan jî mirov e, dibe ku hin peyvên nebaş ji devê wî derkevin… Ev dijayetî, ne di hidûdê mirovatiyê de ye. Divê rewşenbîrên Kurd û gelê Kurd tev zanibin ku di pirsa Kurd de çi dema ku nermiyek çêdibe û umîdek bi mirov re çêdibe ku ev mesele wê çareser bibe, ha ku te dît rûdane wisa xira hate kirin ku tê de bi dehan esker hatin kuştin. Li ser van meseleyan divê mirov bifikire…

 

Di nava sînorên Tirkiyê de hinek dibêjin 20 milyon Kurd, hinek dibêjin 30 milyon Kurd hene. Werhasil jimar çi be… Hin Kurdên li Rojhilat, li Başûr û li Rojava, gotine min ku bapêrên wan hemwelatiyên Osmanî bûne û çima ew îro ji Tirkiyê dûr mane? Gelo mirov dikare çi bike ku ew jî nêzê Tirkiyê bibin?

Di qeneeta min de, pêşî divê Tirkiye vê pirsa Kurdan safî bike. Hingê ew Kurdên li wan deveran jî wê nêzê Tirkiyê bibin.

Îro li gor jimara fermî, 75 milyon nifûsa Tirkiyê heye. Li gor ku ez dibînim, li Tikriyê jimara Kurdan ne kêmê 25 milyonî ye. Ev Kurd li Enqere, Tiraqya, Kirşehir û gelek herêmên din ên Tirkiyê hene. Kurd û Tirk bûne wek goşt û xwîn. Mirov nikare wan ji hevûdu veqetîne. Ev xweza, ji Tirkan re jî û ji Kurdan re jî pir xweş e. divê mirov vê gepa xwe ya şêrîn tehl neke. Mirov biratiya xwe xurt bike, lê divê ew biratî jî weke hevûdu be. Çi mafê te hebe, divê ew maf yê min jî hebe. Lê eger tu bi çavê karek li min mêze bikî û bi çavê karsaz li xwe mêze bikî, ev pirsgirêk çareser nabe.

 

Seyda, Zagoneka bingehîn li pêşiya me heye. Li gor baweriya te, divê Zagoneke çewa çêbibe ku mafê Kurdan tê de bête garantîkirin?

Di baweriya min de, tiştê ku min ji profesorekî ku di wê komisyona Anayasayê de ye bihîztiye, niha hikûmeta Erdoganî dixwaze zagoneke wisan çêbibe ku çewa Kurd jî dixwazin her wisan çêbibe.

 

Zeynelabidin Zinar:
Spas ji bo cenabê te ku te bersiva van pirsên me daye.

Prf. Dr. Xelil Çîçek: Ez jî spas dikim û serkeftin bo we dixwazim…

Zeynelabidin Zinar/Rojevakurd

Back to top button