Polîtîk

Cameron serdana Tirkiye kir

Îro serokwezîrê Ingiltere David Cameron li Enqere bû. Serokwezîrê Ingiltere  mivanê serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan bû. David Cameron ji aliyê Erdogan ve rewresmeskî fermî hate pêşwazîkirin û piştî hevdîtinekî herdu serokwezîr di  konferansek rojnemevanî de bersiva pirsên rojnemevana dan û li ser vê hevdîtinê dîtinên xwe gotin.

Ingiltere gelek vekirî gote ku Tirkiye divê bikeve di nav Yekitiya Ewropa de. David Cameron di vê derbarê de got: “ Tirkiye nobetê li kon digire lê nikare derbasî nav kon bibe, ev yek çênabe, yê nobetê bigire divê bikaribe bikeve mal de jî.“ Herweha herdu serokwezîran di derbarê pirsa Îranê jî dîtinên xwe gotin û Erdogan got ku em li herêmê bi tu awayî çekên atomî naxwazin.

Back to top button