Civak

Bo bîranîna Serokê Nemir nameyek ji xwendekarên li başûr

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan…..

Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî çavê xwe di nav çavsoriya dagirkeran de li dinyayê vekir. Rêberê Neteweya Kurd hîn zarokekî di pêçekê de 9 mehî bû, bi dayik û bav û malbata xwe re bû girtiyê girtîgehê Diyarbekirê.

Di destpêka sedsala 20. de  Rojhilata Navîn, di nav tevlîheviya cîhanê de diqeliya. Bi ji hevketina împeratoriya Osmanîyan, bi bîna petrolê û jeopolîtîka xwe bû navenda şer. Gelên bindest êdî serî hildidan û cihan dihate parvekirin.

Welatê Kurdan, KURDISTAN careke din dibû qada nexweşiyan û di berbanga parvekirina nû de ji her aliyê de agir lê dibariya.

Kurdan bê rawestan li ber xwe didan. Lê dengên ne bi hevre, rengên cûda, hevnekirina Kurdan rê dida bindestiyê. Kurd wekê her caran dibûn armancên tîrên zordariyê.

Di vê demê de ji zarokatiya xwe û heta bi dawiya jiyana xwe BARZANÎ yê nemir dîroka Kurdan ji nû ve da nivîsand. Ji demên kevn ve cara yekem bû ku Kurdan li her çar aliyê Kurdistanê bi dengê BARZANÎ re olam dida.Li Başûr li Bakur û li Rojhilat jiyana 76 salan bê rawestan di têkoşîna azadiyê de bihûrand.

Bi bîranîna Nemir Mele Mistefa Barzanî têkoşîna wî berdewam e. Niha ku li başûrê welatê me axek azad heye, ew bi têkoşîn û bi xwîna Pêşmergeyên Qehreman û bi rê û rêbaza Serokê Nemir hatiye xemilandin.

Dîroka me hebûna me ye hêjayên me serbilindiya me ye. Destkeftiyê Başûrê Kurdistan desteftiyê me ye. Em wekê xwendekar û ciwanên Kurdê Bakur xwedî lê dertên û diparêzin.

Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî Pêşmergeyên Qehreman
 

                                                              

Li ser navê xwendekarên li Başûr

Çekdar Elî û Îrfan Bahaddîn                                                  
                                                                         
                                     

                                                                              Hewlêr 
                                                                              06.03.2011

Back to top button