Nivîsar

Bizişkê Zîrek

Bizişkê çavan Luqman Balyan, li gundekî Farqînê hatiye dinê. Bavê Luqman ew biriye dibistana Farqînê da bixwîne. Lê mehek bihuriye, mamosteyê Luqman bangê bavê wî kiriye û gotiye:
”Lawê te nizane bi tirkî bipeyive, wî ji dibistanê bibe, ev lawik nabe meriv.”

Luqman ji ber ku bi tirkî nizanibû, tenê bi kurdî zanibû, ji dibistana tirkî hatiye avêtine.
Bavê Luqman ewî biriye gund, piştre biriye ba melê gund da Quranê bixwîne. Lê belê melê jî gotiye bavê wî:
”Ew zarûkê ku ji dibistanê re nebe, ji xwendina Quranê re jî nabe. Kurê xwe bibe here, wî bike şivan, yan bila here ber dewaran.”

Luqmanê piçûk ji dûr ve li zarûkan nihêrtiye ku ew li ber dîwarê mizgeftê dersa Quranê dixwînin. Wî jî guhdariya wan kiriye û Quran xwendiye. Şansê mezin ev bûye ku Luqman berî zarûkan Quran xitim kiriye.

Gava melê dîtiye ku Luqman bê wergirtina dersan Quran xitim kiriye şaş bûye.

Şans û talihê Luqmanê zîrek vebûne; çûye dîplomeya dibistan û ya navên wergirtiye. Piştre çûye ya liseyê jî wergirtiye û ketiye azmûna zanîngehê, bi yekemîn rade kezenc kiriye. Piştî ku zanîngehê beşa nexweşîyên çavan bi radeya yekemîn jî xilas kiriye, îcar çûye Amedê û niha li nexweşxaneya taybet a Taxa Rezan (Baglar) wek bizişkê çavan dixebite.

Taybetmendiya Dr. Luqmanî ev e ku ew hertim giringî dide Zimanê Kurdî û bi dayık û bavan re bi kurdî diaxive. Kal û pîrên Kurd jî, bi hêsanî diçin ba wî û derdê nexweşiya xwe ya çavan jê re dibêjin.

Dr. Luqman bi serfirazî û bi serkeftî ji gelê xwe yê Kurd re xebateke hêja dike.  Silav ji te re, serkeftin ji te re birêz Dr. Luqman…

Zînê Amedî

Em jî wek Rojeva Kurd silav ji Dr. Luqman re  dişînin û serkeftin jê re dixwazin…

Back to top button