Kultur

Bîranînên Ser Kevir sê xelatên din wergirtin

Fîlmê kurdî yê sînemayê yê bi navê Bîranînên Ser Kevir (Memories on Ston) ji berhemên derhênerê kurd Şewket Emîn Kurkî, sê xelatên navdewletî yên din jî bidest xistin. 

Fîlmê Bîranînên Ser Kevir ku, berhema sala 2014ê ya hevbeşa Kurdistan û Almanyayê ye, di 35emîn Festîvala Navdewletî ya Fantasporto-Portugalê de, bi nûneratiya herêma Kurdistanê, di beşa pêşbirkeyê de hat nîşandan. 

Fîlmê Şewket Emîn Kurkî, xelata baştirîn fîlm û baştirîn senaryo û herwiha xelata rexnegirên sînemayê jî wergirt. 

Senaryoya Bîranînên Ser Kevir, ji aliyê Şewket Emîn Kurkî û Mihemed Aktaş ve hatiye nivîsandin.

Li gor Rûdawê, fîlmê kurdî (Memories on Ston) beriya niha jî xelata baştirîn senaryo ya festîvala APSA ya Awustralya, xelata baştirîn senaryo ya festîvala Gotenbergê ya Swêdê û xelata baştirîn senaryo ya festîvala Posanê ya Koreya Başûr standibû.

Back to top button