Nivîsar

Bîranîna karasata Şingalê pêwîstî helwesta siyasî heye

8mîn salvegera komkojiya şengalê di seride ji aliyê desthilata herêma Kurdistanê û gelek aliyên siyasî yên Kurdan ve hate bi bîranîn. Berpirsên aliyên siyasî li başûrê Kurdistanê daxwaz kirin ku, peymana hukumeta Iraqê û ya Kurdistanê ji bo Şingalê li ser li hevkirîn bête cîhbicîh kirin.

Herweha hukumeta herêma Kurdistanê û serokê herêma Kurdistanê aliyekî ve daxwaza cibicîkirina li hevhatina li gel Iraqê kirin û dan xûyakirin ku, gerek hêzên ne yasayî û biyanî ji şengalê derkevin. Ji aliyek din serok Barzanî di peyama xwe de, da xûyakirin ku, gerek Şingal radestî xwediyê xwe yê resen bê kirin.

Wek din gelek aliyên siyasî beşên din yên Kurdistanê bi daxûyaniyan karasata Şingalê şermezar kirin.Herweha bi sedan nivîskar,rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd di medya civakî de karasata Şingalê bi minasebeta 8 salvegera  komkujiya Êzidiyan şermezar kirin û li Şingalê xwedî derketin. Bê guman ev hemî cihê dilxweşiyê ye û hestên niştiman perweriyê ye.

Lê li vê derê pirsek heye ku, ji bilî desthilata Kurdistanê kesekî zehf behsê nekir.

Gelo îro ji bo çi hêja birînên Şingalê nikare bêne dermankirin? 

Kî li Şingalê desthilata? 

Gelo ji bo Şingal nekeve ser herêma Kurdistanê kî rêgir e?

Hêzên ne yasayî û biyanî li Şingalê kî ne?

Pêwiste ku bersiva van pirsa hemiyan bêne dayîn, daku em rastiya rewşa Şingalê tê bigihin.

Qatilê Şingalê rêxistina terorîs a DAÎŞ e. DAÎŞ komkujiya  Şingalê kir û bû sedema bi sedên hezaran Êzidî penaber bûn. Tê zanîn ku, di serokatiya serok Barzanî de pêşmergeyên Kurdistanê Şingal ji destê DAÎŞê rizgar kir. Herweha roja Şingal hatî rizgarkirin serok Barzanî  li serê çiyayê Şingalê konferansek rojnemevanî li darxist û rizgarkirina Şingalê ji hemû cîhanê re ragihand.

Piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, Artêşa Iraqê li gel Heşda Şeibî û milîsên şîe û hinek çekdarên PKKê cardin Şingal vegirtin û ketin Şingalê de. Çekdarên PKKê bûn beşek ji milîsên Şîe û li Şingalê cih bûn. Heta wek vê gavê jî li Şingalê wek miaşxwerên Heşda Şeibî li devera Şingalê dibin sedemek sereke ku hêja Şingal wêrane û penaber nikarin vegerin û tu xizmetguzarî nayê kirin û xelkê Şingalê perîşan e.

Di 8 emîn salvegera komkujiya Şingalê de gerek gelek bi zelalî helwesta çekdarêm PKKê wek miaşxarên Heşda Şeibî bê şermezar kirin. Gerek PKK ji Şengalê derkeve. Şengal îro ji aliyê Heşda Şeibî û PKKê ve hatiye dakirkirin.

Bi zimanek zelal gerek ew aliyên siyasî û kesayetên lanetê li komkujiya Şingalê tînin, helwesta xwe vekirî bêjin û daxwaziya derketina çekdarên PKKê li gel milîsên şîe ji şengalê bikin. Yekemîn rêya çareseriya pirsgirêka Şingalê ev e.

4.8.2022

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button