Nivîsar

Bipêşketina zimanê kurdî

 

Di van demên dawîn de Zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê bi pêş dikeve û geştir dibe. Bipêşketineke wisan lezgîn heye ku meriv ne li bendê bû. Ew bipêşketin xasma jî di nava ciwanê Kurd de bi awayekî pir zelal tê dîtin. Lê belê ji aliyê dî ve jî tê dîtin ku hemû çînên Kurd êdî dest bi axaftina Zimanê Kurdî kirine û xwedîtî lê dikin.

Roja 21 hetanî 29ên Nîsanê, ez wek mêvanê Zanîngeha Wan, Çewlik (Bingol) û ya Mûşê li gera Bakûrê Kurdistanê bûm. Min derfeta axaftina bi gelek kesên zana, bîrewer, mela, karsaz, kesên ji rêzê, xasma jî xwendekarên zanîngehan dît. Herweha ez pêrgê hin karmendên saziyên ragîhandinê jî bûm. Min serdana hin deverên pîroz ên wek Medreseya Horhorê û Mizgefta Mele Seîdê Kurdî û hin medreseyên dî jî kirin. Li ser hin babetên çandî, min bi hin profesor û doçentan re jî suhbetine xweş kirin.

Jixwe rektorê zanîngeha Wanê Prof. Dr. Peyami Battal, bi xebat û zîrektiya xwe mîna rewşenbîrekî Kurd çalak e. Hin dersdar û berpirsên beşên kurdî yên mîna Doç. Wechî, Doç. Nesîmî, Prof. Dr. Hesen Çiftçi, Doç û seyda Nisredin Boleli, Doç. Zahir, mamoste Newzad, mamoste Eyhan û hinên dî, dema bi Zimanê Kurdî dipeyivîn, ez ji kurdiya wan re heyran diman.

Di nava şeş rojên kar de, min li her sê zanîngehan heft semîner û du konferans dane. Naveroka konferans û semînerên min, bi gişt Çanda Kurdî xasma jî berhemên Klasîk, Folklor û Toreya Kurdî bûn. Di wan semîneran de li dora 3.000î xwendekar, rûbirû guhdariya min kirin. Lê ji roja 21ê Nîsanê hetanî 28ê wê, çend car jî ez bi xûta şîvê li malên nas û dostan beşdarê civîn û şewbêrkên taybet bûme û li ser Çanda Kurdî herwekî semîner min axaftin ji wan re kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku ji sala 1987-88an ve heta niha, çu car semîner an konferanseke min, weke vanên di vê heftiya li van hersê parêzgehên Bakûrê Kurdistanê ku xwendekaran bi coş û xuroş guhdariya min dikirin, nehatiye dîtin. Herweha vîn û şademeniya min jî, herwekî ya wan ciwanên ku li pêşberê min rûniştî bûn gehabû pileya herî bala.

Yekê Gulanê li karker û karmendên Zimanê Kurdî pîroz be…

 Bi hêviya xurtkirin û geşemendiya Ziman û Çanda Kurdî her şad, berxwedar û zimanhez bin…

 

Stockholm 01/ 05/ 2015

Zeynelabidin Zinar

 

[email protected]

 

 

245

Back to top button