Bingehê zimanê kurdî dewlûmend e lê mixabin…
Dilciwan Helbest
ZIMANÊ KURDÎ BINGIHA WÎ DOLEMENDE
LÊ MIXABIN LI MAZATÊ GELEK ARZAN E !
Tevî wan egît û wan fêrisê bi rûmet ji bo ax û ev û zimanê vî welatê bi nirx, xwe feda kirin. Ê wekî Şêx Seîdê Kal û Seyid Rîza, Xalit Begê Cibrî. Wexta birin ber sêdarê gotin: “Wê nevyê me, neslê me wê heyfa me hilênin û wê welat azad bikin. Lê mixabin nizanîbûn ku wê bibne diz û çetê dijmin, hemî bûn e peyayê Tirka.
Hefa wan mêra, ku wan rovî kê çermik xwer şûna wan kirin gêre. Evê cahîl û ji xwe qaîl û ji xwe razî, serê wan vala, tê de nîne mêjî. Gotênê wan wekî savar a nekelî tev rijî, ka tê ji van re çi bêjî ?
Boçî zarê Kurdî wisa arzan e? Wexta mere li rezê xwe xwedî derne kevê, ê ji xwe wê qels bibê. Salek dudu te nekesixand çot nekir, mêw wê qels bibin, wê karûş û pûş di navde bilind bibê. Wê wisa çend salekî bimîne dawî wê biqelê. Wê di dewsa wan mêwan de yan wê bibê simaq, yan jî darê berû wê çê bibin, bibê daristan.
Gelê Kurd, li ziman ê xwe nabi xwedî. Derdê vî gelî pere ne, ku pere pêşin tê de nebê welew ew ziman zêrbê jî hîç pêça xwe nadnê de. Li Kurdîstana Başûr jî ziman ne di asta bilind de ye, ew jî bi dolara mijûlin. Lê dîsa jî ji van beşê din çêtirin.
Xebatên Başûrî yan li ser ziman ne gelek çalekin. Li Başûr hinek mical di destê wan de hene. Gerek e ku zimanê Kurd li her çar parça top bikin, bikne bênder û ji wê bênderê peyvê xweş û sivik ji nav vewejêrin. Divê zimanekî hevbeş û dolemend bixne jojevê.
Divê ku zimanekî xweş û geş û dolemend çêkin. Zimanekî Kurd tevan jê fêm bikin. Gel tevan huşyar û fêrî wî zimanî bibin.
Ku li herçar parçê Kurdîstan civîna çêkin û ban ziman zan û hunermend û şaîran , helbest vana, şanogeran bikin. Ku tevan bi hevdû re pêşbirka ziman bikin. Wê hingî zimanê Kurdî bi nirx bibê. Ku pirtûkê helbesta û çîrok dîrok û şanoyê Kurdî bi piranî çap bûn, li pirtûk xana û li dîwana xwîya kirin her kesî dîtin helbete wê bixwînin.
Ku keç û xwert ê Kurd a pitûkê Kurdî bi destê xwe girtin û kirne tûrkê xwe de, nirx dana zimanê dayîka xwe, wê tişkî pey xwede bînê. Kurdê li derî Başûr li hersê parçê din divê ku li çîyê kiryarîyê û li sûka li geşt û seyrangehê bi Kurdî bi axivin. Hemî bi hev re daw û doza ziman Kurdî bikin.
Lê mixabin Kurdê li parçê Bakur ji sedî not bi Tirkî diaxivin ê ku gelekî bi Tirkî nizanibin Tirkîya wan ne bihêz be, kurd henekê xwe bi wan dikin! Kirine ku ê bi Tirkî nezanibê şerme! Îca wey li wî ku xwe bi elimênê Tirkî û zimanê xwe î zêrîn winda bikê. Nafikirin madem kî hûn hewqasî bi hesreta Tirkî ne, ev qas girtin û kuştin û talan kirin koçber kirin bo çîye?
Bi piranî ne jî xwe û ne ji dawa xwe fêm nekirin e. Ev bîst salin ku HDP li welatê Kurda civîn û prupexeda xwe bi Tirkî dikin! Kesek nabêjê bo çî hûn bi Kurdî na axivin, devê kesî qûl nabê û rexnekê jî nakin. Xapandina Milet gelek rihet bûye, yanî îro gelê me dibêjin em serkeftî bûne di sîyasetê de, yanî qaşo me tecrûbe, pêzanîn bi dest xistine. Lê mixabin tembûra vala ne.
Ezê bêjim hûn jî baş temaşe bikin û berfereh bixwînin. Evê parîxwer û geprevên dibêjine vanê ku dibêjin em Kurdê zane ne, em sîyaset vanin, em ser û binê erdê zanin. Dibêjin ziman ne girînge ku wekhevî, aşîtî hebê, bela ziman kîjan ziman bê ferq nakê! Têbê belkî ev peyv (Peyxember)gotîye û evê dibêjin Ashabîyê Peyxemberin. Çipên ji kesekî nayê, kesek nabêjê kuro ku zimanê me çû ma çî me, çi dimînê?
Heger ku Seydayê nemir Mistefa Barzanî û Mesûd Barzanî ku her wextî û her demî li welatê xe û di civîn a de bi Kurdî neaxivîbane, bi Erebî axivîbane wê gelê wî jî li zimanê xwe xwdî dernetket, wê lewaz bû bana. Lê her peyvekî bi Kurdî di axivin Malbata Barzanîyan bi pileke bilind nirxê zimanê Kurdî zêde dibê. Ku birêz Serok Mesûd diçê Emerîqa, An Ewrûpa ew cil û bergê Kurdî li xwe dikê û wî zimanê dayîkê pîroz û şêrîn û birûmet , bikar tînê nîvê welat rizgar dibê, em kêfxweş û serbilind dibin.
Lê mixabin ê me Kurdê Bakur wan qerewatê xwe di sutûwê xwe de dişidînin û dest bi Tirkî dikin wisa difrekê bi wî zimanê xelkê dikin û serê xwe dibere dihejînin. Tê bê belkî Tirk kurê Tirka ne û li dora Bursa û Denizlî diaxivin. Lê Mixabin li welatê Kurda ne, li Mêrdînê û Amedê û Wanê ne. Ne hêvê ji xwe dikin û ne ji gelê xwe dikin.
Yanî ev ê biaqilin, îca êdin tev şivan û gavan û cotkarî û karker wê liser ziman û çanda Kurd çi bikin û karin çi bikin? Evê ku xwe dane pêş, hiş û fikrû ramanê wan tev li pey pera ne. Ji xeynî pera tişkî din nel bîra wa ne. Jiber ku pere di destê Tirka de ne heta ku ji wan tê bi Tirkî diaxivin. Ew dibê belkî em gelekî bi Tirkî biaxivin wê muçeyê me çend kurûşa zêde bikin. Ji bo wilo xwe gelek dişidênin.
Ev bûne netew dirav, perçîyên dirava ne. Li malê jinik bi Tirkî nizanin jî xwe lê di qelibênin bi Tirkî bi zarokê xwe re di axivin. Dibêjin,ku mezin bûn zahmetîyan nekşênin, zû bielimin Tirkê wê pera behre,qezenç bikin. Yanî ku bû pêwîrdar pere bi dest xist her tişt xilas dibê, li gorî wan.
20.11.2018