PolîtîkRojev

Bi xwîna sedan Pêşmergeyên qehreman Şingal ji destê terorîstên DAIŞê hate rizgar kirin.

Bi minasebeta salvegera komkujiya Êzdiyan li Şingal û derdora wê ya bi destê terorîstên DAIŞê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Peyama Serokê Hikûmetê:

Di heştemîn salvegera jenosîda xwîşk û birayên Êzdî li Şingal û derdora wê ya bi destê terorîstên hov ên DAIŞê, ku xem û kovaneke mezin e, bîranînên şehîdan û bêserûşûnên wê tewana hov bibîrtînin, ku bi hezaran kes bi komî hatin şehîd kirin û bêserûşûn û derbeder kirin.

Ew tewana hinde bi dil êş û hinavhej bû ku ti demekî nayê jibîrkirin û wijdana gelê Kurdistanê û mirovahiyê hejand û pêwîste bi ti rengekî rê neyê dan ew komkujî û tewane dubare bibin.

Di vê bîreveriyê de pêdiviye qurbanîdanên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya di rizgar kirina Şingalê ya bi rêberî û serpereştiya yekser a Cenabê Serok Mesûd Barzanî jî jibîr nekin, ku bi xwîna geş a sedan Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê ve Şingal ji destê terorîstên DAIŞê hate rizgar kirin.

Xwîşk û birayên Êzidî, di dîroka kevin û nû de û di dirêjayiya salên derbasbûyî de, bi mixabinî ve gelek êş û derd dîtine. Naha jî bi sedema xwe sepandina grubên çekdar, Şingal heta naha navçeyekî ne bi ewle ye û xelkê hîn koçbere û nikare wegere. Lewra bi vê helkeftê dakokiyê li ser bicîhanîna rêkeftina Şingalê û asayî kirina rewşa devera Şingalê û derketina milîs û grubên çekdar ên derveyî yasayê dikin, ku dawî bi êş û azarên koçberên Şingalê bê û bi serbilindî wegerin wargehên xwe.

Di vê bîranîna xemgîn de em teqez dikin, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser tevgera xwe ya li gel hikûmeta federal û civaka navnetewî ji bo wegerandina serbilindane ya xwîşk û birayên Êzdî bo ser cîh û warên xwe berdewam be, Em di xema avadaniya Şingal û deverên din ên Êzdiyan de ne ku xizmeteke zêdetir bê kirin û li gor yasaya rizgarbûyên Êzdî, ku civata nûnerên Iraqê jî pejirandiye, divê kesûkarên qurbaniyan bên qerebû kirin.

Heman demê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel tîma lêkolîna navnetewî ya tewanên DAIŞê (UNITAD) alîkarî û hemahengiya berdewam de ye, ji bo ku dadgehî kirina tewanbarên DAIŞê û arşîv kirina tewanên wan û bêhtir bi cîhanê nasandina jenosîda xwîşk û birayên Êzdî.

Hezaran silav ji bo ruhê paqij ê şehîdên jenosîda Şingalê û temamê şehîdên Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

03.08.2022

Back to top button