Nivîsar

Bi xêr bê serokê dewleta federal a Kurdistanê

                  
Serdana Serokê dewlete federe Kurdistanê a ji bona Amed’ê gelek kes bi renge cûda cûda şîrove dikin. Heryek li gorî  fikr û ramanên xwe di nerxênin. Vexwandina birêz Mesûd Barzanî ji alî Serokwezîr Erdoxan ve tiştekî xûzayî û rawa ye, ne pêvîste ko meriv li gorî hinek berjevendiyên xwe û ber bi hinek îdeolojiyan ve bikişênê.
Metirsiya Ahmet Tûrk û hin kesên li derdorê wî hene ko dibêjê “hinek kes difikirin Barzanî ji bona tesir li hilbijartina bikê hatiye vexwandin”. Ev metirsiya  Ahmet Tûrk valaye. lewra tu tirsa Erdoxanî ji hûndakirina hilbijartinê a li Bakûr nîne. Ew û  BDP bi xwe jî dizanin ko Erdoxan di hilbijartina giştî a dawî de bi zanabûn destê BDP’ê xurt kir. Ew taqtîkekî konavanî bû li gorî min.

Bila tu Kurd û kurdistanî xof û gomanan ji vexandina birêz Serok Mesûd Barzanî nekin. Ji ber ko wî xwe bi pêşmergetiya xwe, bi malbat û hestên xweyî neteweyî û bi konavaniya hemdem û diplomasi di rojeva kurda û dagirkaran da yekî bê tawîz daya qabûl kirin. Em ji wî û kurdînî ya wî bê goman û   xweşbînin bi xebata wî a konavanî, Kurd îro li ciyakî bi rûmetin. Em bawerin ko birêz Mesûd Barzanî dê çî tiştekî ne di berjewendiya Kurdistanê de ew dê ne pejirînê.

Edî em werin ser helwesta Erdoxan ko Barzanî vexwande Amadê. Serok wezîr Erdoxan xwe weke xwedî helwesteke nû û li dijê  koanavaniya kevneperst (kilasîk siyaset) di nerxênê, ew li xwe mihafazakar demoqrat ûoldar dibine, ew di pêşberî wesayeta artêşî de serhildan kir, zilmû zora ko T.C. li xelkan kirî îtîraf dike û hêdî hêdî dixwazê van nehaqiyan ji holê rekê . Dema ko fikir û raman eve bê pêdivî heye ko Erdoxan pêşiya pêşî li Kurda vegerê , zilm, zor û hemî qatlîam peneberîya ko hatiye kirin bi bîr bînê. Yek îhtîmal ev. Yeke din jî; Îhtîmala, da Barzanî alîker bibê ji bona Pkk û hikûmet li hev bikin. Belkî a herî giring jî petrol û xaza xwezayîye ko hikûmeta herêmê a kurdistanê û hikûmeta Erdoxan gelek peymanê petrolê li gel hevûdu çêkirine. Têkilî, rûdan û rewşa li rojhilata navîn û tkilîyên dewletên rojhilata navîn li gel hev  weke li aliyekî Îran , Surîyê û êraqê  li alîyê din têkîliyê Tirkiyê, Misir û Lûbnan dê helbet betin gûftûgo kirin belkî  mijara herî giring jî dê  ev bê.

Erdoxan bi van helwesta dixwazê hemî pêdivîyên aborî bi rêka  Kurdistanê pêkbînê. Erdoxan ew zîhnîyeta generalan û wa konavanên tirk ê kevin ê nîjestperst red dike.  Lewra ez dibejim ko pêvîste konavanên Kurd bi van renga vexwandina Serok Barzanî binerxînîn. Danûstandinên di nava dewletande û kare dîplomasî û aborî karekî normale.îro tiştên dinava PDK û hikûmeta Erdoxanda tête kirin evin.

Vexwandina Birêz Mesûd Barzanî û hatina wî a Amedê, dê gelek tiştên baş û bixêr ji netewa Kurdre bînê. Bi vê hatinê dê hestên netewî ya kurd li bakûr bilind bibê, dê navbera dewleta Tirk û a Kurdistanê têkevê rewşeke baş, Dê mafê netewe kurd êdî li Tirkiyê hinekî bi nermayî rawa  bête dîtin. belkî hestên şovenîzma Tirka dekavê asteke nizimtirîn.

Em bi kelecanî û bi hestên neteweyî Serok Mesûd Barzanî pêşwazî dikin, bi xêrhatî û bi rûmet himbêz dikin. Me hêvî heye ko ev serdana Serok Mesûd Barzanî ya Amedê dê di pêşerojê de ji xawn û xeyalên netewa kurd re, biraqsteqîn bibê bingehê avakirina dewleta Kurdistana mezin. Em ji bona Serok Barzanî pêşwaziyeke bi coş amade dikin. Pêdivî heye ko li bakûr ,nemaza li Amedîhemî Kurd derbikevine pêşwaziyê. 

13.11.2013
Li ser navê Bizava Partiya Kurdistanê

Mehmet Emîn Kardaş 

Back to top button