Polîtîk

Bi tu awayî me bazarî nekirye û em nakin

Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan di bernameyek kanala CNN Turk û Kanal D ya hevbeş de amade bû.

Rojenemevanên Tirk Enis Berberoğlu, Taha Akyol, Hande Fırat û Hakan Çelik di derbarê rojeva siyasî de pirs ji Erdogan kirin. Erdogan bi kurtahî bersiva hinek pirsên girîng de ev bersiv dan .

–    Em pêvajoyê serkevtî dibînin. Medya jî erênî nêzikî vê pirsê dibe. Eger xeletiyê berê hatin kirin tekra nebê, ez bawerim emê ji vê pêvajoyê awayek serkevtî derkevin.

–    Hinek alî dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin.

–    Naxwazin Tirkiye li herêmê bi hêz bibe.

–    Me  dema berpirsê berê yê MITê des bi thevdîtinan li gel giravê kirîbû. Bi tu awayî me bazarî nekirye û em nakin.

–    Dema mirov siyasetê bike ne çekan rake, hingê Çek ji bo çîye? Heçî ji sinor derkevin bila çêkên xwe deynin û derkevin. Çi ji çêkan dikin ne karê meye. Bila bêxin bin axê bila vêşêrin ev ne karê meye. Eger bê çêk ji sinora dernekevin û neçin, ihtimala provakasyon bibin geleke.

– Divê em ji sistema Eyeletan netirsin. Binêrin welatên pêşketî de eyalet hene. Wek din di dema Osmaniyan de Eyeleta Kurdistan,Eyeleta Lazistan hebû.

Back to top button