Nivîsar

Bi milyonan Kurd wê li Amedê pêşwaziya Barzanî bikin

Wekî tê zanîn 16 vê mehê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî 21 salan wê wekî Serokê Herêma Kurdistanê serdana bajarê Amedê bike.

Gelek kes vê serdana Barzanî bi serdaneneke dîrokî didin zanîn û vê serdana wekî pêkanîna dostayetiya Kurd û Tirk wesif dikin û hinek kes jî ji bo dewletbûn û serbixwebûna Kurdistanê pengaveke dîrokî qebul dikin.  

Helbet li gor gelek kesan li pişt pêkhatina vê serdanê de sedema herî mezin çavkaniyên siruştiyên Kurdistanê (neft û gaza siruştî) ye. Tirkiye bi vê serdanê wê êdî gaza siruştî û nefta xwe ji Kurdistanê wergire û êdî wê ji minneta Rusya û Îranê rizgar bibe. Kurdistan jî wê bi rêya vê serdanê Tirkiyê razî bike ku ji bo serxwebûna Kurdistanê astengdar nebe û berevajiya wê yarmetîderê dewletbûna Kurdistanê bide.  

Her kes li gor xwe dikare bîr û ramanên cûda cûda bibêje lê ewê tê zanîn ku dawiya vê heftiyê wê milyonan Kurdperwer li bajarê Amedê pêşwaziya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bikin.

Botan Kurdistanî

 

Back to top button