Civak

Bi hezaran derfetên kar wê ji bo xelkê Dihokê peyda bibin

Kurdo Îhsan Rêveberê Veberhênana Parêzgeha Dihokê da zanîn ku di çarçoveya xwe amadekirina ji bo (Master Planên Veberhênanê) li Herêma Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Dihokê da bi taybetî, me bi hemahengiya hemû qeza û nahiyeyan li seranserê parêzgehê planek daniye ku bizanîn li hemu qeza û nahiyeyan wan çi (proje) pêwîstî pê heye û me çendîn danustandinan encam dane û nêrînên xelkê jî helbet hatine wergirtin û derencamê van danustandinan bo me diyar bûye ku li qezayan em bikaribin hinek karan bikin ku xizmeta xelkê bikin.

Rêveberê Veberhênana Parêzgeha Dihokê vê yekê jî got: Her veberhênerek bikarê li qeza û nahiyeyan kar bike, emê rêxweşker bîn û bi hemu şiyanan ve di xizmet da bîn û ji bo vê qonaxê (239) projeyên veberhênanê dê li ser asta parêzgehê mîna qeza û nahiyeyan jî têne encamdan. Wekî projeyên (çandinî) û projeyên geştiyarî li çendîn deverên ji derveyê bajar û got: (Ev projeyên me behs kirîn dest bikarbikin helbet li dûv wê pêşbîniya me diyar kir ku (200) hezar derfetên kar wê ji bo xelkê me dirust bin. Em çaverê dikîn li demekê nêzîk ev proje destpêbikin û bi vê çendê dê delîvên karkirinê bo xelkê jî dirust bin).

Back to top button