Civak

Bi hêviya saleke tijî ji berhem, destkeft, asûdeyî û bextewerî bo tevahiya aliya

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sala nû peyamek belav kir û ragihand, Di çend salên derbasbûyî de gelê Kurdistanê bi berxwedan û lêbûrînê krîzên gelek mezin û dijwar derbaz kir û di vê baweriyê de me ku bi piştgîriya vî gelê mezin ber bi pêşerojeke geş û tijî ji bextewerî û destkeftên zêdetir gavan davêjin.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina ser sala nû ya zayînî, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî gelê Kurdistanê, gelên cîhanê û bi taybetî malbetên serfiraz ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim.

Di nava çend salên derbasbûyî de gelê Kurdistanê bi berxwedan û lêbûrînê krîzên gelek mezin û dijwar derbaz kir û di vê baweriyê de me ku bi piştgîriya vî gelê mezin ber bi pêşerojeke geş û tijî ji bextewerî û destkeftên zêdetir gavan davêjin.

Gelê me xwestek û daxwazên xwe piştî hilbijartinên Kurdistanê diyar kir, lowma daxwaz dikim da ku tevahiyan birêzgirtin ji deng û xwestekên gel di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê de lezê bikin, da ku bilez xizmeteke baştir pêşkêşî welatiyên hêja were kirin.
Bi vê boneyê tekez li ser bingehên yeksanî, aştî û bihevre jiyanê li deverê dikim û hêvî dikim ku dawî bi tevahiya ew karesat û nexweşiyan were ku ev çend sal in gelê deverê rastî wan hatine.

Destê hevkarî û aştî li ser bingehê dadperwerî û rêzgirtina dualî dirêj dikim û bi taybet li Îraqê, em dixwazin bi hevbeşiyeke rastîn û bi berçavgirtina destûrê, tevahiya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin û ji niha û pê de sermaye û karînên welat bo xizmet kirina xelk û pêşkeftina welat werin bikaranîn.

Di wan demên dawî de rewşa Rojavayê Kurdistanê em dilgiran kirin, kêm maye gelê me yê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ber bi çarenivîseke nediyar ve tê rakêşan, hêvî dikim bilez û bi wergirtina tedbîrên locîkî, bi danûstan û rêbazên çareseriya aştiyane, ev metirsiyên han ji holê werin rakirin.

Bi hêviya saleke tijî ji berhem, destkeft, asûdeyî û bextewerî bo tevahiya aliyan.”

Back to top button