Polîtîk

Bexdayê di bin çavdêriya Amerîkayê de meaşê PKKê birî ye

Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî got, ku niha pêwendiyên Tirkiyê û Iraqê asayî bûne û hikûmeta Bexdayê jî di bin çavdêriya Amerîkayê de meaşê PKKê birî ye.Cîgirê Serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê de ragihand, ku pêwendiyên Enqere û Bexdayê asayî bûne û got; “Siyaseta her du aliyan jî zelal e. biryar hate dayîn, ku hêzên Tirkiyê yên li Başîkê vekişin lê ev yek ma piştî şerê Mûsilê.”Nuceyfî daxuyand, ku piştî lihevkirina di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hikûmeta Bexdayê piştgiriya xwe ji grûbên ser bi PKKê re vekişand û ragihand; “Beriya niha hikûmeta Iraqê meaş dida grûbekî çekdarî yê êzidî, k user bi PKKê bûn. Lê ev meaş hate birîn û piştgiriya ji bo wan nema. Li gorî zanyariyên min ev pişgirî jî di bin çavdêriya Amerîkayê de bidawî hat.”Cîgirê Serokomarê Iraqê daxuyand, ku niha ji bo tekoşîna li dijî DAIŞê û kontrolkirina herêmên Nînowayê di navbera Bexda, Hewlêr û Enqerê de rêkeftineke sê alî heye û diyar kir, ku hemahengiya di navbera aliyan de niha di asta herî bilind de ye.Derbarê pêşeroja Nînowa û Mûsilê de jî Nuceyfî nêrîna xwe anî ziman û got; “Bi nêrîna me, di çarçoveya destûrê de divê Nînowa bibe herêm. Hinek pirs jî hene divê ligel Herêma Kurdistanê bên çareserkirin.”Usame Nuceyfî di hevpeyvîna xwe de eşkere kir, ku hinek ji aliyên şîeyan dixwazin êrîşî ser Mûsilê û Herêma Kurdistanê jî û wiha axivî: “Şîe di nav xwe de çend grubek cuda ne û li ser gelek mijaran jî nakok in. Li ser gelek mijarên giştî nêrîna wan ji hev cuda ye.”

Back to top button