Cîhan

Beşek leşkerên Amerîka li Iraqê dimînin

Li gora peyman a ewledarîyê ya navbera  Amerîka û Iraqê  ya ku di sala 2008-ê hatî çêkirin, divê  hêzên Amerîka di dawîya sala 2011-ê  de li Iraqê nemînin.
Lê li gorakovara  Siyaseta Derve ya Amerîkayî, fermandarê hêzên Amerîka yên li Iraqê general Raymond Odierno daye xuyakirin, ku wan daxwazeka fermî pêşkêşî serokê Amerîka kirine, da ku beşekî hêzên Amerîka li Iraqê bimîne.
Li angora vê kovarê general Raymond Odierno daxwaz ji Barak Obama kiriye, ku ew beşê hêzên wan bi taybetî li bajêrê Kerkûkê bimîne.
Li gora hinek pêzanînên (informasiyonên) din yên Amerîkayî jî, endamên komîteya asayişê û bergirîyê ya kongreya Amerîka ev pêşniyar qebûl nekirine û gotine, ku mana hêzên Amerîka li Iraqê pêdivêyî rêkevtinekê di navbera Iraqê û Amerîka de ye.

Back to top button