Polîtîk

Berwarî: Nebûna serjimêriyê ziyaneke mezin gihandiye Kurdistanê

Li Hewlêrê Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Kristin Mektab cîgira mebûsê serkreterê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên Îraqê û şandeya pê ra kir.

þDi dîdarekê de birêveçûna karûbarên Neteweyên Yekgirtî li Îraqê û herêma Kurdistanê hatin behis kirin. Di vî warî de şandeya mêvan ji bo wê alîkariya û hevkariya hikûmetê bi saziyên NY li herêma Kurdistanê ra dike sipas kir.

Di mijareke din a dîdarê de serjimêriya giştî li sertaserî Îraqê hate behis kirin û her du aliyan daxaz kir ku serjimêrî li sertaserî Îraqê de di dema destnîşankirî de çê bibe û neyê texîr kirin. Di vî warî de Berwarî tekîd li ser wê yekê kir ku herêma Kurdistanê ji bo encamdana serjimêriyê amadeyîyên baş kirine û li benda biryra Bexdayê ne. Berwarî got: Nebûna serjimêriyeke nû û rast û dirust ziyaneke mezin gihandiye xelkê Kurdistanê û bi taybetê di hilbijartinên çûyî de.

Şandeya NY got ku ew dê ji serxistina serjimêriyê hemû pêdawîstiyên yteknîkî pêşkeş bikin.

Rewşa koçbarên ser sînor yên ji ber topbara leşkerê dewletên cîran koçbar bûne di dîdarê de hate minaqeşe kirin. Şandeya mêvan alîkarîkirina wan koçbaran bi pêwîst zanî û her du aliyan tekî li ser wê yekê kir ku çareseriya esasî rawestana topbaranê ye û vegeriya wî xelkê bi ser cî û warên xwe ye.

Back to top button