Civak

Berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” wefat kir

Sersaxî

Berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” wefat bû

Berpirsyarê rojnameya kurdî ya here jîyandirêj ”Rya teze” – Grîşayê Memê 11ê çirîya paşin sala 2010an di 62 salîya xwe da wefat bû. Ew 28ê adarê sala 1948an li gundê kurdan – Karvanserayê, navçeya Elegezê, komara Ermenîstanê ji diya xwe bûbû.

Grîşayê Memê weke 35 salan di rêdaksyona rojnameyê da kar kir, ji wergervanyê gihîşte heta berpirsyarê rojnameyê. Piştî wefata wî rewşa rojnameya xwedî dîroka dewlemend kete ber xetereke nû. Kesên ku bikaribin vê rojnameyê bi rê va bibin, piranîya wan li dervayî Ermenîstanê ne. Bona em nehêlin rojnameya, ku eva 90 sal e ronahî dibîne, bê girtinê, hema bêje rêyek tenê maye; ew jî ew e, ku eger rewşa rojnameyê ya aborî xweş bibe, ango sponsor peyda bibin, wê demê çend karmendên rojnameyê yên berê dikarin vegerine Yêrêvana paytextê Ermenîstanê û weşana wê berdewam bikin.

Em ji bo wefata Grîşayê Memê pir xemgîn in û serxweşîyê didine xanima wî, zarokên wî û qewim û pismamên wî.

Heval û hevkarên wî:

Babayê Keleş
Hesenê Qeşeng
Keremê Seyad
Eskerê Boyîk
Kinyazê Îbrahîm
Kinyazê Hemîd
Rizganê Cango
Prîskê Mihoyî
Têmûrê Xelîl
Cemalê Huseyn
Sîabendê Xudo
Hesenê Ûso
Rizganê Simo

Back to top button