Polîtîk

Berendeyê Şer Nîne

Di sedsala 21’an da jî aşitî li cihanê cîgir nebûye.Em di sala 2018’an da pêşwaziya 1ê Îlonê Roja Aşitiya Cihanê di zirufa gelek xirap da dikin. Li gelek deverên cihanê da şer û pevçûn berdewam e, ku bûne sedema kuştin û birîndar bûn û mişextî bûna bi mîlyonan kes.Rojhilata Navîn jî yek ji van navçe ye, ku şer û kuştin têda hene.Li Suriyeyê şerê bi vekalet, ku dewletên mezin û navçe jî têda beşdar in berdewam e û bi mîlyonan kesên sîvîl bûne qurbanê vê şerê.Li Suriyê zengîl ji bona İdlîb lêdide.Herku diçe şerê Îdlibê nêzîktir dibe, ku şerê hanê wê bibe sedema têkçûna hevsengê hêzan li navçeyê.Rewşa siyasî ya Iraqê roj bi roj aloztir dibe.Cepheya dij Rapirsiya Serxwebûne a 25 Îlonê têkdiçe.Ligel nakokî û şerê navbera Erebên Şia û Sune a tarîxî, li Baxda, şerê deshilatê di nava gurubên Şia berdewam e.Qasê berê nebe jî, DAEŞ dîsa qetlîam çêdike.Rêxistina Heşdî Şabî a Şia di warê dijayetiya Kurd û paktavê olî û etnîkî da ji DAEŞ kêmtir nîne.Cumhuriyeta Îslamî ya Îranê, ku di bin gemaroya Dewleta Yekbûyî ya Amerîka da ye, li ser siyaseta xwe ya êrîşkar û dagîrker her berdewam e.Rejîma Îslamî ya Îranê, şuna ku dewlemendiya welatê bona çareser kirina pirsgirêkan xerç bike, bona pêşî lêgirtina xebata azadiya Kurdistana Rojhilatê û militarîzmê û alikariya gurubên Şia li navçeyê xerç dike.Li Tirkiyêyê Erdoxanî da, derbareyê pirsa Kurd siyaseta kevn a dewletê berdewam e.Hikumeta Tirkiyê bersiva daxwazên netewî û demokratîk a gelê Kurd bi tundûtijiyê, bi tank û top dide.Mîlîtarîze kirina Kurdistana Bakur û operasyonên leşkerî her berdewam e.Dewleta Tirk ne tenê li Kurdistana Bakurê her usa di parçeyên dinê Kurdistanê da gefa tevgera azadî dixwe halwesteka tund nişan dide.Dewleta Tirk qima xwe bi dagir kirina Efrînê neaniye, behsa dagir kirina Kurdistana Rojava û Şengalê dike.Dewleta Tirkiyê, ku beşek bû ji bereyê dij Rapirsiya 25ê Îlonê, her roj bi henceta hebûna bingehên PKK, êrîşê Kurdistana Başurê dike, gefa Hikumeta Herêmê dixwe.PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiya Cihanê, carekî dinê banga dewleta Tirk dike, ku dev jê siyaseta tundutijiyê berde, bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavên demokratîk bavêje.PSK banga Hikumeta AK partî dike, ku li hember Kurdistana Başur û Rojavayê siyaseta gefxwarinê berde û ligel hêzên welatparêzên wan perçeyên pêyvendiyên dostî dayne.PSK banga PKK dike, ku bê qeyd û şert agirbes rabigîhine û dev jê çalakiyên çekdarî berde, ku pêşiya xebata legal û demokratîk bûne asteng û bilî zirar gihandinê tu feydeyê wan bona doza Kurd nîne.PSK banga hemu hêzên demokrat, aşitîxwaz û azadîxwazên Tirkiyê û Kurdistana Bakurê dike, ku li hember siyaseta tundûtijiyê û erîşkarê dewletê destê xwe bidine hevdu.Berendeyê Şer nîne.Herkes Serketiyên Aşitî ne.31 Tebax 2018Partiya Sosyalîst a Kurdistan 

Back to top button