Polîtîk

Berbijêrê PDK ji bo Serokati û serokwezîrîyê hatin kifşkirin

Meclisa serkirdeyatiya PDKê di serokatiya serok Barzani de civiya. Her di vê civînê de PDKê berbijêrên xwe ji bo Serokatiya Kurdistanê û ji bo Serokwezîriya Kurdistanê diyar kir.

Ji bo serokatiya Kurdistanê , Nêçîrvan Barzani û ji bo postê serokwezîrîyê jî Mesrur Barzanî wek berbijêrên PDKê hatin destnîşankirin.

Dê kabineya nû ya hukumeta Kurdistanê ji aliyê Mesrur Barzani ve bê damezirandin.

Di vê derbarê de berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed piştî civîna Meclisa Serkirdetiya PDKê di civîneke çapemeniyê de naveroka civînê eşkere kir û ragihand: “Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDKê, Nêçîrvan Barzanî ji bo postê Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo posta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatin berbijêrkirin.”

Back to top button