Civak

Bendeva Musile di kontrola pêşmerge de ye

Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, nûçeya destdanîna ser bendava Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ret dike û dibêje ew bendav di bin konkrola hêzên Pêşmerge de ye. Herwiha got li bajerokê Tilkêfê hîna şer berdewame.

Seyîd Memozînî, berpirdê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Mûsilê, ji KDP.info re ragihand: “Li navçeya Waniyê ya ser bi qeza Tilkêfê şer di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê berdewame û hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne û berevaniyekê baş dikin.”

Seyîd Memozînî got jî: “Ew nûçeyên behsa wê yekê dikin ku bendava Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatiye kontrolkirin derewin û ew bendav di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.

Back to top button