Polîtîk

Belo: Hikumeta Malikî û Şehristanî dijminê herêmê Kurdistanin

Dijminatiya li hemberê gelê Kurd li her derê berdewama

Elî Hesen Belo wiha berdewam kir : Ev peyman ne qanûniye û li derveyê zagona bingehînê İraqêye.Di peymanê de maddeyekî nû hate dayîn ku petrol û gazên Kurdistan êdî nikare li ser axa Tirkiye bêne firotin. Firotina petrola Kurdistan bi destûrê İraqê re girêdidin. Bêguman ew peyman ne bi qontrola wezaretekiye. Peymanên ku di navbera her du welatê de tên kirin , mecbure ku di pêş de bi destûra Lijneyî Weziran pişt re jî bi destûra Parlamentoya İraqê derbas bibe.

Elî Hesen Belo da zanîn ku Hikumeta Malikî bi awayekî qanûnî wextê xwe tijje kir û ji ber vê yekî jî nikarin peymanên bi vî şeklî bikin û ew peyman jî ne qanûniye û li derveyê zagona bingehînê İraqêye.

Hikumeta Malîkî û Şehristanî dijminê Herêmê Kurdistanin

Hate fahmkirin ku Hikûmeta Malîkî û Şehristanî li dijî herêmê Kurdistan nefret û dijminatî dikin. Hikumeta İraqê di 18ê Tebaxê de li ser portokolek , berhemên petrola Kurdistanê ji %50 kêm kirin.
Pêwîste ku Hikûmeta Herêmê Kurdistan û Parlamenterên Kurd ên ku li Bexdayê de ne li hemberê vê nehaqiyê helwestekî nîşan bidin.

Back to top button