Polîtîk

Belgeyek nû ku kurda ji hukumetê dûr bêxin eşkere bû

                
           
            
Rojnameya Elşerq Elewset ragihand, ku endamê Eliraqîye Mustefa Elhîtî ev belgeya nivîsî daye Hevgirtina Dewleta Qanûnê, da ku ji alîyê wan ve jî bihê pesendkirin û rêkevtin li ser bihê kirin.

Li angora rêkevtina nava evê belgeyê jî, dê serokatîya komara Iraqê, serokatîya parliyamentê, wezareta bergirîyê, wezareta navxweyî û 16 wezaretên din ji Eliraqîyye re bin û dê serokatîya wezîran jî ji Hevgirtina Dewleta Qanûnê re be.

Li angora rêkevtina nava evê belgeyê jî, dê cihgirîya serokê komarê, cihgirîya aborîya serokê wezîran, cihgirîya serokê parliyamentê û çend balyozxane jî ji kurdan re bin.

Piştî belavbûna evê belgeyê Mustefa Elhîtî ragihand, ku ti peywendîya wî bi evê belgeyê ve nîne. Lîsta Hevgirtina Dewleta Qanûnê jî ragihand, ku Eliraqîyye ev belgeya han pêşkêşî wan kiriye û wan jî, ev belge û rêkevtina wê jî qebûl nekirine.

Berpirsên lîsta Hevgirtina Dewleta Qanûnê di evê bareyê de ragihandin, ku wan ev belge û rêkevtina wê qebûl nekirine, ji ber ku pişka kurdan tê de kêm e û ji ber ewê yekê jî, ku nabe Eliraqîyye bi kêfa xwe postan di nava fraksiyonan de dabeş bike.

Dr. Mehmûd Osman jî di evê bareyê de ji PNA re got, ku heger ev belge hemû jî ne rast be, nîvê wê rast e, ji ber ku Eliraqîyye û Hevgirtina Dewleta Qanûnê, gelek caran kombûn bi hevdu re saz dane û her di serên wan de bûye, ku postan di nav xwe tenê de dabeş bikin û kurdan jî dûr bixin.

 

(Pêyamner)

 
   
        
        
        
        
                 
    
        
                                                   

Back to top button