Polîtîk

Belgeya hevkariya rejimaSuriye û PYDê

KurdWatch protokoleke Muxaberata Hêzên Ezmanî ya 3ê çireya paşîna 2011ê belav dike, ku li gor wê nûnerên rêjîmê serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Salih Mihemed Muslim, li dawiya çireya pêşîna 2011ê li Şamê dîtin, da ku wî ji bo hevkariyê qayil bikin.

Gotinên wî wisa tên nivîsîn, ku PYD û Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demokrat, ya ku PYD endamê wê ye, ne ji bo hilweşandina rêjîmê  lê ji bo guherîna wê ne.

Eger Beşar El-Asad dev ji serokatiyê berde û bibe namzedê hilbijartinan ewê wî hilbijêre. Herweha ewê hewl bide ku, Kurdan qayil bike ku ew jî vê yekê bikin, ji ber Beşar El-Asad yê herî başe ji bo Sûriyan bi giştî û ji bo Kurdan bi taybetî.

Di axavtinekê de bi KurdWatch re Salih Muslim di 30ê adara 2013ê de ragehand, ku hevdîtina şirovekirî nayê bîra wî.

Di dema ku ew li Şamê bû û di pey re jî wî têkilî bi rêjîmê re nedanîye. Salih Mihemed Muslim piştrast kir ku PYD ji 17ê îlona 2011ê hilweşandina rêjîmê daxwaz dike. Herweha wî ti carî piştgiriya hilbijartineke nû ya Serokkomar nekiriye. KurdWatch di demeke nêzîk de ê dirêjaya hevpeyvînê biweşîne.

 

http://kurdwatch.org/pdf/KurdWatch_D032_ku_ar.pdf

Back to top button