Civak

Beçikçî dîsa li dadgehêye

 

Doza ku ji ber gotara wî ya bi navê ‘ Kurd û diyarkirina mafê wan ê serbestîyê’ li hember wî hatibû vekirin, cara ewil di 28ê Tîrmehê de li Dadgeha Bilind pêk  hatibû.

Dadgeh di 28ê Tîrmehê de biryar dabû ku danişîn, di 12ê meha Çiriya Paşîn de dîsa pêk bê.

Îroj li Stenbolê, bi beşdarbûna nêzî 30 parêzerî/ê û  gelek kesên navdar ên kurd û tirk, Beşikçîyî dîsa hate darizandin.

Dozgerê bêhiş, bêyî ku xwedî zanîneke bilind be, li hember Mamosteyî sekinî û çewto-mewto axifî… Di despêka axaftina xwe de, yek ji sedemên darizandinê wisa vegot : ‘ Beşîkçîyî navê çiyayê “Kandil”ê bi awayê “Qendîl” dinivîse. Û tîpa “Q”yê jî ya elfebeya PKK-ê ye, ji lewre ew bangeşa PKK-ê dike.”

Diyar e ku dozgerê agahîya dozagerê bêjiş ji elfebeya Kurdî ya Latînî jî tune û tîpa ‘Q’yê jî dike ya PKK-ê.

Piştî ku dozgerî sedemên xwe yên darizandinê vegot, Beşîkçîyî jî bi parêznameyeke ku bi awayekî zanistîyane hatiye nivîsandin xwend.

Beşîkçîyî di parêznameya xwe de bal kişand ser mijarên gellekî girîng : ‘ Perwerdehîya Tirkîyeyê gellekî çewt e. Ji lewre gava ku em li zanîngehê bûn û me dersan didîtin, qet pêrgî peyva Kurd nehatin. Wisa nabe. Tu yê dîplomatên ku haya wan ji peyva “Kurd” û der heqa Kurdan de xwedî agahî nîn e perwerderde bike, wisa nabe. Dîsa gava ku em pêrgî gorên Ermenîyan dihatin qet me jixwe pirs nedikir ka ev çi ne, lê di roja me de ne wisa ye. Kî beşdarî tevgerên civakî dibe, kî çi dixwaze, vana têne lêkolînkirin û zanîn. ‘ 

Beşîkçîyî di dûmahîka parêznameyê de jî balê kişand ser rewşa Kurdan û wisa axifî : ‘ Gelheya Kurdan di ser 40 mîlyonî re ye, lê dewleta wan tune ye. Bala xwe bidinê, hin dewlet hene ku xwedî gelheyeke biçûk in, wek 30 an jî 40 hezarî û dibin dewlet. Ev mijar mijareke girîng e û divê li ser vê mijarê xebatên zanistî û siyasî bêne kirin. Divê van mijarana di derveyî çarçoweya “çareserî”yê de bêne axaftin, gotûbêj kirin. ‘

Piştî Beşîkçîyî jî, parêzerên wî axifin û dozgeran hetikandin.

Herî dawî rewşenbîr,rojnamevan û kesên ku ji bo piştgirîyê hatibûn, kurte-daxuyanîyekê dan çapemenîyê û ji dadgehê vegerîyan.

 

Nîşe ; Beşîkçîyî wê 4ê Adara 2011an dîsa bête darizandin… Û dilên me wê dîsa digel tîrêjekî nefs-biçûk û porr-zer a rojê re be…

 

Birûsk Aryan / Rojevakurd.com

12.11.2010

Back to top button