Kultur

Bê şano nemînin

Her çi be jî dinya ji xwe re naylon e.Slavek li Sadiq Hîdayet.

 “Berê wî ji min re helbest dixwend û dinîvîsand, piştî çû zanîngehê helbest bû name, paşê ew çû leşkerî name bû telefon, paşê telefon qut bû, facebook destpêkir. Paşê tu ji leşkeriyê hatî dengê te ji binî qut bû. Jiyana me bû wek teraneyeke sanal û naylon. Min bêriya helbestên te kir.” 

Li ser têkili ya mirovan em dikarin gelek gotinan  bînin zimên. Lêbelê jiyana me ya taybet di bêdengiya  giyanê me de hatiye veşartin. Êdî tu kes nikare bi hebûna xwe re bijî û herkes hin bi hin dişibin hev. Hin kes jî di bêdengiya giyanê xwe de li xwe digerin û heke nebînin jî di trawmayên giran de winda dibin.
Bûka Lekî dixwaze ku bala mirovan bikşîne ser têkiliyên bêwateyî yên mirovan. Lîstik di ser sê karakteran de bi awayekî absürt hatiye rîstin. Piştî wê trawma ku Mêrik  derbas dike ji jiyana xwe ya rastî dûr dikeve. Dergistiya Mêrik jî seraqet kesên din taklît dike û her tim dixwaze bibe weke wan. Hevala wê jî  bi awayekî gêjokî   derdora xwe temaşe dike… Û ev sê karakter li dora mankeneke bê can dibin yek.

 
 “Hin bi hin tê derdixim ku, hemû rû, dest, ew laşên bi xwêdan her tişt hinekî bûye lekî”.    TURGUT UYAR

” BÛKA LEKÎ ”  16+
“PLASTİC BRIDE”
 
Her çi be jî dinya ji xwe re naylon e.

Nivîskar: Mîrza Metîn
Derhêner: Mîrza Metîn
Dramaturg: Arjen Arzen
Mûzîk: Dodan
Ronahî: Alev Topal
Dekor: Metin Çelik
Cil û berg: DestAR
Cîgirên : Berfîn Zendelioğlu
Wêne: Azad Aktürk
Afiş: Bahar Demirtaş
Asistan: Nazê Yerlikaya
Lîstikvan: Berfîn Zenderlioğlu, Alan Ciwan, Sevgi Turan
Lîstik/Oyun: 1 Perde   /  1.30 dk.   /  Komedi

Back to top button