Cîhan

BDP Rudaw ji kongreya xwe derêxist

Doh li Enqere kongreya kongreya BDPê çêbû. Di kongreyê de wek her car peyamnêrên Rudawê jî amadebûn. Lê BDPê Rudaw li salona kongreyê nexwest ew bi zorê derêxistin derve. Di vê derbarê de malpera Rudawê nûçeyek belav kir.

Ev jî nûçeya Rudawê ye:

    
   
“  BDPê nehişt peyamnêrê Rûdawê derbasî kongreya wê bibe

11 Tîrmeh 14; 13:35

Li Enqerê, ciwanên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) êrîşî ekîba Tora Medyayî ya Rûdawê kirin û qedexekirin ku ew beşdarî kongreya BDPê ya asayî bibin.

Peyamnêrê Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî diyar kir ku “wan serê vê sibê xwestin 3yemîn kongreya BDPê romal bikin, hinek dîmen jî girtin, pişt re ciwanekî ku di kongreyê de wezîfedar bû, nêzîkî ekîba Rûdawê bû û ji wan xwest ku ji salonê derkevin, ew derxistin derveyî salonê”.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got ku “dema ku kameramanê Rûdawê xwest ji derve dîmenan bigire, ciwan li dora serê wî kom bûn û êrîşî kirin, dijûn û xeberên xerab gotin”.

Hejmara ciwanên BDPê li dora serê ekîba Rûdawê kom bûn û ew tehdîd kirin û gotin “Hûn xayîn in, cihê xayînan li vir tine ye, hûn bi emrê DAÎŞ nûçeyan çêdikin… eger hûn ji vir neçin emê bi zorê we ji vir bi dûrxînin…”.

Ji bo ku pirsgirêk dernekeve, ekîba Rûdawê ji salona kongreya BDPê bi dûrket û vegeriya ofîsa xwe.

rudaw.net“

Back to top button