Polîtîk

BDP li Amedê hate şermezarkirin

Îro bi danê nîvro li Buroya Lêgerîna Kurdên Demokratê dezgehên sîvîl yên Tevgera Demkratên Şoreşger a Kurd , Grûba Dîcle û Firatê û Lêgerîna Kurdên Demokrat û partiya HAK-PAR daxuyaniya bi hevparî dane çapemeniyê.

Li ser navê Lêgerîna Kurdên Demokrat Tahsîn Sever : Gûhertina Pakêta Zagona Bingehîn ne bese lê em dîsa jî dibêjin erê û balkişand ser nêrîna Serokê BDP ê Selahaddîn Demîrtaş û got : Nêzîkatiya wî ne nezîkatiya demokratîk ew hem dibêjn demokrasî û azadî ji aliyekî dî de tehammulên wan ji Azadî û Demokrasiyê re nîne.

Ji HAK-PAR ê banga tahammulê Pişt re jî serokê Hak-Parê ya bajarê Amed Arîf Sevînç ji aliyê dadgehên dagirkerê ve em hatine darizandin.Ji ber ku me parastina azadiya xwe dikir ceza xwar û me bedelên giran dan. Divê herkes bikare fikr û ramanên xwe bi awayekî azad bîne ziman û kesên demokrat û azadîxwaz jî divê tahammul bikin azadbûna fikir jî ew e .

Naveroka Daxuyaniyê Hevbeş … Ji Çapemenîyê û Raya Giştî Re Wek grûbên Kurd yên ji dîtinên cuda, di daxuyaniya çapemeniyê, ya di roja 19.08.2010 an de, me dîtinên xwe yên li ser Pakêta Veguhertina Destûrê diyar kiribû ku ev veguhertin, di gel ku bersiva daxwazên me yên bingehîn nade, lê belê, ji ber rê li ber guhertin û veguhertinên nuh vedike, di gel kêmaniyên wê,me erêya xwê bi we re parvekiribû ku em gaveke bi pêşve dibînin. Di vê navberê de, (piştî daxuyaniya me) gerek li Diyarbekirê, gerek li bajarên li herêmê, gelek saziyên civatê yên sivîl di daxuyaniyên xwe de ditînên xwe yên li ser Pakête Veguhertina Destûrê anîn zimên.

Di daxuyaniyên wan de yên ERÊ, NA û BOYKOT bilêv dikirin hebûn. Piştî van daxuyaniyan berfirehbûnên bi sosret destpêkirin. Hin navendên polîtîk li hemberî grûbên polîtîk yên kurd; Rêxistinên Civatê yên Sivîl û rêxistinên pîşeyî ku wek wan nafikirin û xwedî helwestên ji yên wan cuda ne, di hemû qadên jiyanê de li peyhev, dest bi gef û gurr û daxuyaniyên bi tometên giran kirin.

Ev helwesta gelekî balkêş û hizirdar, ji alî ”yên demokrasî û aştiyê diparêzin”, li Diyarbekirê, li ber çavên me ciriya, di heman katê de, helwesta yên pirrengînîbûna tevgera kurd ji xwe re metirsî dibînin diyar dike. Ev helwesta em dibêjin, nepejirandina pirrdengîyê ye û ava xwe ji nerehetiya ji berfirehbûna demokrasiya kurd veduxwe.

Em vê helwestê û nerîna polîtîkî ya bi vî rengî talûke dibînin. Di sîyaseta Kurd de, pirrengî, pirrdengî, hem dewlemendiyek e û hem pêdiviyeke çarenivîsaz e. Bîrûbaweriyên cuda û helwestên berhema vê yekê di tekoşîna azadî u nûjeniya civata me de, ji bo hevdembûnê grîng, granbuha û hêja ne.

28.08.2010 Amed

Partîya Maf û Azadiyan ( Hak ve Özgürlükler Partisi )

Lêgerîna Kurdên Demokrat ( Demokrat Kürtlerin Arayışı )

Tevgera Demokratên Şoreşger a Kurd ( Kürt Devrimci Demokrat Hareketi )

Guruba Dîcle û Fîrat a Diyalogê ( Dicle Fırat Diyalog Grubu)

Back to top button