Civak

BDP behsa pirsa Kurd nake

Li Tirkiye partiyên siyasî ji bo destûrek nû pêşniyarên xwe radestî parlementoyê kirin. Pişniyara MHPê wek îdeolojiya vê partiyê bi temamî pêşniyarek li ser nirxên nijadperestî hatiye nivîsandin.

Herweha Destûra CHPê li gel hindek guhertinan cardin Kemalizim û netewiyeta Tirk daye pêş û di bin îdeolojî û xwedî derketina nirxên Kemalîzmê de behsa demokrasiyekî dike û herweha bi israr hîmên cumhuriyeta Tirkiye diparêze.

Ji aliyê din  reşnivîsa destûra ku Ak Partiyê û BDPê amade kirî û pêşkêşî parlementoyê kirîn de tiştên balkêş hene.

Di destûra BDPê de gotina Kurd derbas nabe. Ji destûra partiyek kurd gelektir wek destûra tirkane û cardin hemû nirxên dewleta Tirk diparêze. Wek minak daxwaziya herî pêş kirî dibêje: Bila zimanê fermî zimanê Tirkî be û herkes xwe mecbûr bizanibê vî zimanî hîn bibe.Li gel vê li hinek herêman xelkêk din jî bikaribe bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe.

Bi kurtahî destûra BDPê de ji bo mafê netewî yê Kurdan ji bo nasnama Kurdî tiştek zelal tuneye.

Destura Ak Partiyê cardin gotara Miletê Tirk daye pêş û behsa hinek guhertina dike. Destûr sistema heyî diguherê û behsa sistema serokatiyê dike. Herweha di aliye demokratîze kirina Tirkiye de destûra herî balkêşe.

Dê rojên pêşiya mede minaqeşeyên bêne kirin de her tişt zelaltir bibe. Lê dixweyê di dawiyê de wê BTP pişgiriya pêşniyarên Ak Partiyê bike .

Back to top button