Polîtîk

Baydemîr : Êrîşên PKK nayê qabûlkirin

Serokê Şaredariya Mezin a Amedê Osman Baydemîr digel berpirsekî  DİSKİ Fahreddin Çagdaşê li ser avbirina dibistanan  civîna çapemeniyê lidarxist.

Piştî civînê rojnamevanek li ser şewitandina madenê yê Raif Turk pirsek kir , Baydemîr jî wiha bersivand :   Xwedê teala vê agirê bivemirîne . Dilê dayikên me neşewite. Ez vê êrîşî qebul nakim . Li ser şexsê min û jiyana min  tesîrekî wisa daye : ‘’Ha alav û awahiyên Şaredariya Mezin a Diyarbekir  hatiye şewitandin ha alav û avahiyên karsazekî me hate şewitandin’’ Ji aliyê min  zerreyê misqal farq tineye.

Her dem em bang ji Karsazan dikin ku bêne Amedê û cihê karistanan vekin. Herwiha em dibêjin ku Amed cihekî ewlehiye . Ji vê rojê şunde em dikarin çi bêjin ? Sedema êrîşê çi dibe bila bibe nayê qebulkirin.Ez ti car qebûl nakim

Baydemîr wiha berdewam kir : 30 sal bûye ku ji bo azadbûna mirovan ji bo azadbûna fikr û raman em têdikoşin. Û bedelekî giran hate dayîn. Herî zêde PKK bixwe bedel daye. Ji ber fikr û ramanê mirovekî emê çewa ceza bidin ? Ew nakokiyek mezine. Ji serî hate binê nakokiye. Ji aliyê min  nayê qebûlkirin. Û ez bendê me ku ew bûyer bihête eşkerekirin. Înşallah çalakiyên bi vî rengê dawî bibe.

Baydemîr piştgirî da xwediyê maden û got : Ez gelek xemgînim bila xwediyê maden bizane ku ez weka Serokê Şaredariyê li ba wî me. Êş û xemginiya wî jî wek ê min e.

……………….

Wekî tê zanin Gerillayên PKK di roja 11 Îlonê de li navçeya Amed Karazê  êrîşek kirîbûn li ser karistanekî madenî û li madenê de hemî alavên kar û avahiyê maden hatîbûn şewitandin.Pişt re jî li ser hemî diwaran ‘’BOYKOT’’ hatîbû nivîsandin.

Xwediyê madenê Raif Turk piştî şewitandina madenê daxuyanî da bû çapemeniyê û digot : Piştî êrîşa madenê Karaz û şewitandina alavên kar gefên giran hate kirin û em ji tirsa xwe madenê xwe yê li Çewlikê jî girtin. Ji ber ku em xwe di ewlehiyê de nabînin.

Li Karistana madenê 300 karker dixebitîbûn

Back to top button