Civak

Başûr yek milyon dolar alîkarî da lêqewmiyên erdheja Wanê

Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, li ser navê hikûmet û gelê Kurdistanê yek milyon dolar weke alîkarî ji lêqewmiyên erdheja Wanê re rêkirin.

Li ser tewsiya Serokê Kurdistanê, Îro Azad Berewarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya heyetekê serdana konsolxaneya Tirkyeyê y ali Hewlêrê kir û ji aliyê Aydîn Selcen konsolosê Tirkyeyê va hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de Azad Berwarî sersaxî û hevxwemiya hikûmet û hevwelatiyên  herêma Kurdistanê bo hikûmet û malbatên qurbaniyên erdheja devera Wanê dupat kirin û hêvî xwast ku bi zêritîn dem birîndarên wê karesatê çak bibin.
Azad Berwarî li ser navê herêma Kurdistanê yek milyon dolar weke alîkariya herêma Kurdistanê bo lêqewmiyên erdheja Wanê, teslîmî rêxistina Heyvasor a tirkê kirin.

ji bo vê alîkariya herêma Kurdistanê bo lêqewmiyên erdheja Wanê, konsolosî Tirkyyeê yê Hewlêrê sipasîya hikûmet û gelê herêma Kurdistanê kir.

Back to top button