Nivîsar

Başûr û Rojava

Pêvajoya ku bi vergirtina Musilê ji aliyê DAÎŞ, kevne Basî û Suneyan ve li Iraqê û Başûrê Kurdistanê destpêkirî tişta ku herî girîng ya derêxistî holê gotubêjin serxwebûna Kurdistanê ye.

Desthilatdariya Kurdistanê ji aliyekî ve xaka Kurdistanê beşê di bin destê Bexdayê de jî vegirt yanî bi awayek din madeya 140 bi cih anî ji aliyek din ve jî bi  pêşmergeyên Kurdistanê xaka Kurdistana Azad diparêze.

Herweha siyaseta derve de jî dîplomasiyek serkeftî tê rêvebirin û zemînek gelek erênî ji bo ragihandina dewleta Kurdî tê amade kirin.

Di dîroka xwe de tu cara kurd wek vê qonaxê nêzîkî serxwebûnê nebûne  û ev cara yekeme ku pirsa serxwebûna Kurdistanê di qada navnetewî de piralî tê gotubêjkirin.

Ji bo vê yekê jî taybetî li Kurdistana Başûr û beşên din yên Kurdistanê û derveyê welat kurd bi çalakiyan pişgiriya pêvajoya ragihandina dewleta kurdî dikin.

Ji bilî PKK Kurd hemû pişgiriya vê qonaxa zîz dikin. PKK li Başûr dijê ragihandina dewleta kurdiye. Vê yekê bi hemû minasebetan bi awayek fermî radigihînin. Lê bi siyasetek durû vê dikin.

Dibêjin; eger pêwîst be em amadene hevkariya pêşmergeyan bikin. Başe tu li dijê hemû rengê armanca ragihandina dewleta kurdî û vê yekê ve girêdayî li dijê armanca pêşmergeyên Kurdistanê yî.

Dê tu çewe pişgiriya wan bikî? PKK li Başûr vekirî siyaseta Îranê rêve dibe ji xwe daxuyaniyên Îranê û Cemil Bayik wekhevin, di derbarê pêvajoya li Başûr destpêkirî.

Li Başûr li gel alên hemû partî û aliyên siyasî Ala Kurdistanê bilinde. Ew nirxa netweî ya hevbeş e.

Rewşa Kurdistana Rojava eger mirov bixwaze bibîne gelekî zelale. Hêzên çekdar yên PYD li gel rejima Esad hevkarin. Ji xwe rejimê xwe bi şeklî da aliyekî çakdarên PYD û eşîrên ereban li herêma kurdan cîh kirin.

Niha sê “Kanton“ hatine ragihandin. Ji bo çi sê herêm kesek vê jî nizane. Hevserokê Kantona Cizîrê yek ji mezinê eşîra Şemeraye û erebe.

Ji aliyek din şerê navbera çekdarên PYDê û DAÎŞê de ne tenê li herêma Kobanê ye. Herweha tê zanîn ku li hinek herêmên ereban jî şer di navbera DAÎŞ û PYDê de heye.

Lê Niha DAÎŞ dixwaze erîşek giran bibe ser Kobanê. PKK ji bo parastina Kobanê seferberlik ragihandiye. Lê ji aliyek din PYD nahilê berpirsên partiyên din ên Kurdistana Suriye derbasî Kurdistanê bibin.

Çekdarên PYDê wan digire, îşkence dike û rêdike Kurdistana Başûr. Başe dema tu rê li serkirdeyên Kurd bigrî, dema tu nehêlî partiyên ji derê te xebatê bikin û hêzên xwe yên lêşkerî pêkbînin çi bihayê banga ku tu seferberlikê ragihînî heye? Bi awayek din siyaseta çewt Kobanê û deverên din yên Kurdistanê kiriyê di vê rewşê de.

Li Rojava tenê ala PYD/PKKê û derdora wan heye.Lê Ala Kurdistanê tuneye. Ka Nirxên hevbeş?

Ji aliyekî ve PKK di medya xwe de êrîşê PDKê û serokê Kurdistanê dike wan bi xiyanetê itham dike. Lê heman demî de  serokê PKKê ji bo civîna “Kongreyek Netewî“ ji serokê Kurdistanê re nama rêdike.

Ev siyasetek du rûye. Siyasetek keyfiye û tu armancek vê siyasetê ya netewî tuneye.

Kurd ji dil û hizrê xwe li gel siyaseta serokê Kurdistanêne. Pişgiriya pêvajoya ragihandina dewleta Kurdî roj bi roj di nav kurdan de û qada navnetewî de geştir dibe. Nabê ku PKK tu leyiztikên siyasî vê pêvajoyê bi awayekî bixetimîne.

13.7.2014

Dara Bilek

 

Back to top button