Nivîsar

Barzaniyê nemir rojek wek îro xwedê da

Meha Adarê ji bo Kurdan meheke gelek girîng e. Di vê mehê de gelek bûyer qewimîne. Di meha adarê de, gelek serkeftinên dîrokî çêbûne û Kurdan di vê mehê de dîrokek taybet nivîsandine. Herweha ev meha qirkirin û talankirin û belav kirina Kurdane jî. Di vê mehê de qirkirinên mezin dijî kurdan hatine kirin û Kurd ji hev belav bûne şoreşên kurd têkçûne.

Barzaniyê nemir di vê meha Adarê de wefat kiriye. Bê goman ew ji bo gelê Kurdistanê rojek pir tehl e. Lê cardin ew Barzaniyê nemir di meha Adarê de hatiye dinê û ji bo gelên Kurdistanê boye hêviya Azadî û serxwebûnê. Îro roja xwedêdana Barzanî, li Kurdistan a  Azad tê bîranîn. Di vê bîranînê de her kesek darekî diçîne. Yanî roja 14 ê Adarê bi dehên hezaran insan derdikevin derve û daran diçînin, li gora agahdariyan her sal di vê roja pîroz de ser milyonekî re dar tên çandin. Wek tê zanîn dar sembola jiyaneye. Ev çelakiyek gelekî hêja û li gora kesayeta Barzaniye. Belê dar sembola jiyanêye, lê rojbûna Barzaniyê nemir de ew dar dibe sembola jiyanek azad di welatek serbixwe de.

Divê ji bo bîranîna Barzaniyê nemir her kurdek vê roja ku jiyan tebiet jiyanê dide ax û avê, em darekî biçînî.

BARZANÎŞirovekirina Barzaniyê nemir gelekî zehmet e. Ji ber ku lêkolînek berfireh jêre dive. Şirovekirina Barzanî , Şirovekirina dîroka netewê Kurd ya 50 salane. Dema mirov dîroka gelê Kurd ya siyasî dinêre, rolê Barzanî û kiryarên wî û ji hemiyê jî girîngtir siyaseta wî baştir tê famkirin. Di cîhanê de Barzanî û Kurd bûne yek gotin, hevre hatine girêdan. Dema mirov behsa Kurd û Kurdistanê dike piraniya biyanîyan di cihde dibêjin “…Ha Barzanî…”Dema mirov Tevgera Azadixwaz ya Kurdistanê baş binere , hemû gencên Kurd ku kurdeyatî kirine, di detpêkê de hizre welatparêziyê bi navê Barzanî li gel wan peydabuye.Ewan bi Barzanî heyîna Kurdan û Şerkirina ji bo Kurditiye yani ji bo mafîn rewa, bi navê Barzanî fam kirine û dest Kurdeyatiyê kirine ( Kurdistan a Bakur pirani bi vî avayîbû).

Veca ew kesayeta ku navê wî li gel dîroka ya tekoşîn a neteweyekî hatibê girêdan, şirove kirina wî ji dibe şirovekirina dîroka wî neteweyî ya siyasî.Barzanî xwedî felsefek ya jiyanê gelek taybetî bû. Rojnemevanek Tirk dı sala 1970 ê de, li gel Barzanî hevpeyvênekî dike. Barzanî di vê heypeyvêne de dibêje: “ Temenê min 10-12 salî bû. Min nizanîbû gotinên Azadiyê û Edaletê tên çi manê. Min li kolanan wek stranekî goh dida gotina Azadî, Edalet, wekhevî û birayetiyê. Me tenê prensîbên van gotinan yên dihatin gohên me ji ber kiribûn. Me , we dizaniya ku, ev gotinên hanê yên straneki (goraniyek) ne. Ji ber vê yekê jî , me ev gotin li kolanan wek stranekî digotin. Lê di wan deman de jî, di

Back to top button