Polîtîk

Barzanî: Şerê birakujî şerê xwekujî ye

Serokê Kurdistanê  di gotara xwe de got: “ Piştî ku plana qirêj a Cezayir pêk hat, hinekan xewn didîtin, ku şoreşa kurd bi temamî nema. Belê vejîyana PDK-ê û serhildana YNK-ê ew xewna han pûç kir. Di dîroka me de jî hatiye xuyakirin, ku her dema navbera PDK û YNK xweş bûbe, rewşa herêma Kurdistanê jî xweş bûye. Ji ber vê yekê jî, me biryar da ku hevpeymanîyeka stiratejîk di navbera PDK-ê û YNK-ê de hebe.

Serokê Kurdistanê di vê gotara xwe de careka din ji bo çêbûna şerê birakujîyê, daxwaza lêborînê (efûyê) ji qurbanîyên şerê navxweyî kir û ew şerê han wek şerê xwekujîyê da nasandin.
Barzanî di derbarê şerê birakujîyê de got: “ Em ticaran ji ber berpirsyarîyê nereviyane. Belê şerê xwekujîyê bûyerek bû û çû û em rê nadin, ku careka din çê bibe. Nabe bi ti awayî careka din, xwîna kurd bi destê kurd birije.

Herweha serok Barzanî di gotara xwe de, behsa hukûmeta nû ya Iraqê û pêkanîna wê jî kir û got, ku kî bibe serokê wezîran ji wan re giring e, belê ji vê yekê jî giringtir bernameya hukûmeta nû ya Iraqê ye.

Kek Mesud Barzanî di vê derbarê de jî weha got: “ Divê destûra herdemîya Iraqa federal bibe dadwer û bi rêya wê, hemû pirs û pirsgirêk bine çareserkirin. Taybetî jî, gerek pirsên hilawîstîyên navbera Hewlêrê û Baxdayê bi rêya destûrê bine çareserkirin.“

Serokê Kurdistanê di berdewambûna axaftina xwe de got: “Nabe êdî bi cihanîna maddeya 140 li paş bikeve, divê ev maddeya han bi temamî bête cih anîn. Kî bibe serokê wezîrên Iraqê ji me re giring e, belê ya giringtir bernameya hukûmeta nû ye. Kurd jî beşdarekî serekîyê pêkanîna Iraqa nû ye û dê evê rola xwe jî berdewam bike.“

Serokê herêma kurdistanê di vê gotara xwe de da xuyakirin, ku ew di derbarê postê serokatîya komara Iraqê de, tenê piştgirîya serokkomarê Iraqê Celal Talebanî dikin.

Barzanî got: “ Ez ji hemû alîyan re radigihînim, ku kandîdê me yê serokatîya Iraqê, tenê rêzdar Celal Talebanî ye.“

Back to top button