Nivîsar

Barzanî: Pêşerojek geş di pêwendiyên Amerika û Kurdistanê de heye

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî digel serokê Amerîkî Barak Obama û cêgirê wî Joe Biden û wezîra derve xanim Hilary Clinton kombû. Her çende kombûna Barzanî digel Obama li pişt dergehên daxistî bû lê karbidestên nêzîkî Barzanî dibêjin danûstandinên wan pitir liser rewşa Îraqê û herêmê bûn. 

Piştî wan kombûna Encûmenê Kardarîya Amerîka û Kurdistanê bi fermî Birêz Barzanî mêvankir. Li wê mêvandarîya bi amadebûna jimareka mezina Kurd û Amerîkîyan birêz Barzanî got, guman nîne ku ayîndeyekî zor geş çaverê peywendîyên aburîyên Amerîka û Kurdistanê dike.

Dexîl ê Şemo, ji Dengê Amerîka li mêvandarîyê amadebibû û ev raport amadekirîye.

Ji bo guhdarî kirina raportê:

 

(Voa)

Back to top button