Polîtîk

Barzanî li gel Parlementerên Kurd yên li Iraqê civiya

Îro şemî 15.03.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel kutle Kurdistaniyên li nav Encûmena Nûnerên Iraqê civiya.

Li vê civînê de pêşhatên dawiyên siyasiyên Iraqa Federal xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha axaftinê li ser siyaseta nefta Herêm û peywendiyên di navbera Herêm û Bexda kirin û behsa wan xalên nakok jî kirin ku bûne sedema derketina qeyrana siyasiya di navbera Herêm û Bexda. Neşandina beşa budçeya Herêm û birîna mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê beşekî dinê vê kombûnê bû û beşdarbûyên kombûnê van hengavên Hikûmeta Iraqa Federal bi neyasayî û têkelkirina jiyana xelk li gel kêşeyên siyasiyan wesifkir.

Her li vê kombûnêda proje yasaya budçeya Iraqê ya sala 2014 hate nirxandin û Serokê Kutle Kurdistaniyên Encûmena Nûnerên Iraqê û beşdarbûyên kombûnê têbînî û pêşniyarên xwe li vî derbarî de bi Serok Barzanî ragihand. Peywîst bi van behsan ve kombûn bi van encaman gihîşt ku proje yasaya budçeya îsal ya Iraqê li gor berçav girtina prensîpa tewafuq li Encûmena Wezîrên Iraqê ve hatine şandin ji bo Encûmena Nûnerên Iraqê. Ji bilî wê jî proje yasa zêdeçûna li ser destûrê têdaye û pire ji sizadana li dijî Herêma Kurdistanê. 

Beşdarbûyên kombûnê bi zêdebûna dengan daxwaz kirin ku proje yasa nexin bernameya karê Encûmena Nûneran û xwendina yekem ji bo wê neyê kirin heta wê demê ew birge li proje yasaya budçe tê hemwar kirin ku kutle Kurdistaniyên li nav Encûmena Nûneran têbîniyê li ser heye. Kombûnê de tekez li wê yekê kirin ku pêwîste madeya 1 ê proje yasaya bûdçeya sala 2014 bê hemwar kirin û ew birge û maddeyên peywendî bi sizadana Herêma Kurdistanê ve heye bêne rakirin û nemînin.

Back to top button