Polîtîk

Barzanî jidayikbûna Mihemed (S.X.L) Pêxember pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

(Leqed kan lekum fî resul allah aswe husne lemin kan yurciu allah û aliyum alaxir) Sadaq allah alazîm

Bi helkefta roja jidayikbûna fexrê kaînat pêxemberê me yê mezin Mihemed El Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê(S.X.L) germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Peyama ola pîroza îslam ku pêxemberê me yê mezin pêşkêşî mirovayetiyê kir, peyama pêkvejiyan û lêborînî û mirovdostî û xweşdivî û wekheviya gelan û dadperweriye. Ji xwedayê mezin hêvîdarim handerê hemû aliyek bê ji bo vegerana berev wate ruhiya bilinda ola pîroza îslam û binyatnana civakek li ser bingeha wekhevî û pêkvejiyanê û nehiştina tundutîjiyê. 

Hêvîdarim ev roja pîroz ji bo xelkê Kurdistanê bi xêr û xweşî û aramî û avadaniyên zêdetir vegerê.

Wesselamun aleykum we rehmet tulllahî we berekatuhu

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

10 Rebî’ulewel 1434 Koçî

12 Kanûna Duyema 2014 Zayînî

 

Back to top button