Hevpeyvîn

Barzanî: Ji bilî pêşmerge tu kes nehêjaye bibe kesatiyê salê

Serokê Kurdistanê dibêje ku, pêşmergeyên Kurdistanê yên ku niha li eniyên şer in û li dijî çekdarên rêxistina terorîstiya DAÎŞ diceng in, ew kesatiyên salê ne û ji bilî wan tu kes din ne hêjaye bibe kesatiyê salê.

 Piştî kovara Time ya amerîkayî ku, yek ji pirxendevantirîn kovarên cîhanê tê naskirin, navên çend kesatiyên salê diyar kir û yek ji wan kesatiya Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bû.

Li dor kasatiyê salê û mijara kovara Time, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel kanalê BBC yê farisî di bersiva pirsekê de li ser hilbijartina wî weke kesatiyê bikarîgerê salê, dibêej: Pêşmergeyên Kurdistanê li şûna hemû cîhanê şerê terorê dikin û DAÎŞê paşve dibin, ji ber hindê ji bilî pêşmerge tu kes nehêjaye  bibe kesatiyê salê

Back to top button