Cîhan

Barzanî: Îro yan sibe dewleta kurdî dê were avakirin

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî beşdarî penêla Enstîtuya Konseya Atlentîkê (Atlantik Council) bû û tê de bi awayek zelal behsa şerê DAIŞê û çarenûsê Başûrê Kurdistanê kir û got, îro be yan sibe, dewleta kurdî wê were ava kirin.

Serok da xûyakirin ku, ew hatine Washingtonê ji bo sipasiya gelê Amerikayê bike û  got: “Em hatine sipasya xwe ji bo xelkê Amerîka û rayêdarên wê li ser wan alîkariyên leşkerî ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine di şerê li dijî DAIŞê de û di vê dema teng de piştevaniya gelê kurd kirine, pêşkêş bikin. Rola Amerîka û hevpeymaniya navdewletî di wî şerî de gelek girîng e.”

Serok Barzanî diyar kir rêxistina DAIŞê baskeke yê El Qaîdê ye û li dijî aştî û aramiya cîhanê ye.
Berdewamiya gotara xwe de serok got: “Cîhê ku DAIŞ lê; demokrasî û azadî nîne. Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku heybet û mezinahiya DAIŞê li ser destê Pêşmerge hat şikestin. Kurdistan bi saya vê yekê bû cihê sitara mexduran. Plana DAIŞê ew bû ku piştî Mûsilê êrişê Herêma Kurdistanê bike, lê pêşmerge ew plana DAIŞê têkbir.”

Serok Barzanî destnîşan kir DAIŞê bi çekên artêşa Iraq û Sûriyê êriş kirin û Hêzên Pêşmerge li Kobanî jî êrişên rêxistinê têkbirin.

Barzanî behsa referandumê jî li Başûrê Kurdistanê kir û got:
“Şerê dijê  DAIŞê bû sedama paşvexistina referanduma çarenûsê. Em hêj di şerî de ne. Dema şerê DAIŞê qediya, referandûma serxwebûna Kurdistanê dê bê kirin. Ti hêz nikare pêşî li ber Kurdan bigire ku çarenivîsa xwe diyar bikin.”

Back to top button