Polîtîk

Barzanî: Hêvî dikim sala nû,çespandina hemû mafê rewayên gelê Kurdistanê bê.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo sala nû ya zayîniyê ve, xweşiktirîn pîrozbahiyê pêşkêşî sercem çîn û tuwêjên gelê me û hemû hizb û aliyê siyasiyên Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê dikim, bi taybetî xuşk û birayên delal, hizb, aliyên siyasî, rewşenbîrî, civatiyên Mesîhî li Kurdistan û wan xuşk û birayên Mesîhiyên ku bi sedema teror û siyaseta toqandinê, wekî penageheke aram serî li Herêma Kurdistanê dane û silavên pir li dilsozî jî bi malbata serbilinda şehîdan radigihînim.

Hêvîdarim sala 2011 ê zayînî sala pir xêr û xweşî û aştî bê ji bo hemû welatên cîhan û serkeftina Hikûmeta hevbeşa nîştimanî û berqerarbûna ewlehî û asayîşê bê li Iraqê da û Kurdistan jî li jêr sayeya yek helwestî û berqerariya yasa û pêkve jiyana birayane, herdem geş û avadan û xweşguzerantir bê ku têda hemû take kesek hest bi asûdeyî bike û sala serkeftin û çespandina hemû mafê rewayên gelê Kurdistanê bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/12/2010

Back to top button