Dosya

Barzanî bang li cîhan û kurdistaniyên deveyê welêt dike

Serokê Kurdistanê bang li cîhanê û kurdistaniyên Ewropa û Amerîkayê dike ku li dijî gef û êrîşên milîs û arteşa Îraqê bo ser gelê Kurdistanê xwepêşandan û çalakiyên medenî encamp bidin. Ev li jêr teksta peyama serokê Kurdistanê:Binavê Xwedayê bexişinde û mîhrebanCemawerê serbilindê KurdistanêKurdistaniyên derveyî welatRaya giştîPiştî ku gelê Kurdistanê, j bo diyarkirina çarenivîsa xwen bi awayekî aştiyane tebîr ji raya xwe kir ku, mafekî asayî û xwezayî yê her gel û neteweyekê ye, niha gelê me ketiye ber êrîş, gef û dûrpêç û bikomcezikirinê. Hikûmeta Îraqê jî li bin mavê ferizkirina qanûnê mijûlî cezakirina miletekî ye ku bi tenê raya xwe nîşan daye û tu tawanek din nekiriye. Ew cezakirina li dijî gelê me tê kirin binpêkirina hemû sînoran, qanûn û destûra Îraqê ye û di heman demê de dixwazin ku bi komplo îradeya xwe bi zorê, çek û şer bi ser gelê me de feriz bikin rûmeta miletê me bişkînin. Ev yek jî bû sedema têkdana jiyana xelkê û koçberbûna zêdetir ji sedûpêncîhezar kesan.Li vir, ez mixatiba wîjdana gelên cîhan, raya giştî, azadîxwaz û rewşenbîrên sertaserî cîhanê dikim ku piştgiriya gelê Kurdistanê bikin û rê li pêşiya jênosîda û karesateke nû bigirin ku bi ser gelê me de tê û zixtê li hikûmetên xwe û navendên biryarê bikin daku li hember vê sitma bi serê gelê me de tê bêdeng nemînin. Hikûmetên cîhanê, ji ber berjewendiyên xwe, qurbaniyên xelk û pêşmergeyê Kurdistanê jibîr çûye ku di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de bexşîne û li şûna hemû cîhanê bersinga rêxistina terorîstiya DAÎŞê girtibû û hezaran şehîd û birîndar dane. Daxwazê dikim rê lipêşiya şerfirotin, kuştin, binpêkirin û koçberkirina xelkê bigirin ku, hikûmeta Îraqê bi rêya milîs û hêzên îraqî û bi hevkariya derekî li dijî Kurdistanê encam didin. Ez daxwazê ji hemû kurdistaniyên Ewropa û Amerîkayê dikim ku bi awayekî yasayî û aştiyane ji bo piştevanîkirina gelê me xwepêşandan û çalakiyên medenî encam bidin û daxwaza hevkariyê ji gelên wan welatan bikin daku ev şer û dûrpêa li dijî gelê me ye bilezgînî rabigirin. Ez dixwaz im dengê mezlumetiya Kurdistanê û peyama aşitîxwaziya gelê me bi cîhanê bigehîn in.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê20.10.2017

Back to top button