Nivîsar

Bandora operasyona rojhilatê Firatê li rojavayê Kurdistanê

 

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan vekirî da xûyakirin ku dê operasyonekî li Rojhilatê Ava Firatê pêkbînin.  Ji berî her tiştekî rojhilatê Firatê ne Kurdistane û bi tu awayî ev herêm di cografya Kurdistana Rojava de cih nagire. Ev dever di bin kontrola HSD  de ne û artêşa Amerika jî li deverê dimîne û cih bûye. Ji xwe HSD bi çerçova daxwaziya Amerikayê de li deverê li dijê DAÎŞê şer kiriye û hêja li hinek cihan dike. Dema şerê li dijê DAÎŞê dawî were dê Amerika çi bike nayê zanîn. Lê ihtimalek mezin dê HSD ji herêmê dûr bêxe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî çêdibin. Eger AKP li bajarên mezin wek Stanbul û Enqere winda bike ev dikare bibe destpêka pêvajoyê têkçûna desthilatdariya Erdogan û AKPê. Niha hemû alî li dijê Erdogan li tifaqê kî digerin. Eger HDP li Stanbulê tu berbijêra derneyêxe û pişgiriya berbijêrê CHP û IYI Parti yê bike, ihtimala ku AKP winda bike derdikeve hole. Lê HDP Stanbulê berbijerekî destnîşan bike AKP serdikeve. Dê helwesta HDPê li Stanbulê çibe hêja ne zelale.

Ji ber vê ji bo serkeftina AKPê di hilbijartinên herêmî de , Erdogan operasyona rojhilatê Firatê anî rojevê û eger ev operasyon pêkwerê dê bibe sedemek mezin ya serkeftina AKPê jî. Erdogan her bi awayekê ji berî hilbijartina rojevê dike di bandora xwe de, ev jî niha bûye operasyona rojhilatê Firatê.

Tirkiye heta li gel Amerika li hevnewê tu operasyona li deverê nake. Lê dixweyê Tirkiye û Amerikayê ji bo operasyonek bi sinor li hevhatinek kirine.

Ji aliyek din Amerika xwest ku li sinorê navbera Kurdistana Tirkiye û Suriye ji bo rê li gef û êrîşên Tirkiye li himber Kurdistana Rojava bigre Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin û li van herêman bêne cih kirin. Heta ji bo vê yekê hinek pêşmergeyên roj derba bûn. Lê PYD/PKK vê naxwaze û Amerika jî di vê derbarê de bi biryare.

PYD dewsa li gel ENKSê hevkariyekî bike û hewl bide xaka Kurdistana Rojava biparê ze, ji bo siyaseta xwe ya li himber berjewendiyên Kurdistanê berdewam bike , ji bo parastina rojhilatê Firatê ku axa Suriye û erebin hewara xwe dighîne rejima Esad. Eger PYD biryarekî nedê û li siyaseta xwe ya niha berdewam be, dê dawiyê de YPG bibe beşek ji hêzên rejima Suriye. Ji xwe heta vê gavê siyaseta ku tê kirin jî ev e. Heyina rejima Suriye li Qamîşlo û Hesîça bi xwe jê delilê vê yekêye. Ji aliyek din li hemû deverên Kurdistana Rojava de muxabaratên rejima Suriye hene û karê xwe dikin.

Di rastiya xwe de operasyona rojhilatê Firatê ji bo Kurda û Kurdistanê ne gelekî giringe. Ji ber ku li dijê axa Suriye ye û bi destûra Amerikayê ye. Dema Tirkiye li himber axa Kurdistanê operasyonê bike ev dibe tiştek din. Lê gelekî zelale ku siyaseta PYD/PKKê dê bibe sedemê wêranî û têkşîna Kurdistana Rojava .

Nûçe/analîz

Back to top button